'Pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya tenduristiyê heye'

'Pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya tenduristiyê heye'

.

A+A-

Artêşa Tirkiyeyê, di rojên dawî de bi awayekî dijwar jêrxaneyên sivîl ên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike.

Di van êrişan de nexweşxane, santralên petrol û elektrîkê û gelek deverên sivîl ên li Rojavayê Kurdistanê tên armanckirin.

Di encama êrişan de, piraniya navçeyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ji xizmetguzariyên sereke bêpar mane.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê Ciwan Ebdulkerîm Siko têkildarî mijarê ji Rûdawê re axivî.

Siko bibîrxist ku Tirkiyeyê jêrxaneyên xizmetguzariyê kirine armanc û got:

“Nexasim di vê dawiyê de jêrxneyên sivîl ên wekî merkeza Helefa, Tov, Zîraî, kargeha Seramîka, kargeha Zeytunan a Amûdê, Embara Genim a gundê Ziyaret, Firin, malbatên sivîlan ên Dirbêsiyê û wekî din kirine armanca êrişên xwe.

Ev dever hemû jî cihên sivîl in. Ti gefeke wan li hemberî Tirkiyeyê çênabe.

Kargeha oksîjenê ya li bajarê Qamişloyê ku bûye armanca êrişan, kargeheke tenê bû. Tiştek jî ji wê nema.”

Li gorî nûçeyekê ku ajansa fermî ya dewleta Tirkiyeyê ragihandiye, di operasyonekê de 50 cihên şervanan ên li Rojavayê Kurdistanê hatine bombebarankirin.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanî, Ciwan Ebdulkerîm Siko diyar teqezî li ser wê yekê kir ku ev êriş bandoreke mezin li ser sivîlan kiriye.

Siko dibêje cihên ku bûne armanca êrişan wekî ku Erdogan dibêje ti metirsiyê li ser Tirkiyeyê çênake.

Siko di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Em jî wekî niştecihên herêmê, wekî partiyên siyasî û partiya Demokrat a Kurdistanê dengê xwe digihînin civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafê mirovan ku ji êrişan re bibin asteng.

Ji bo Rojavayê Kurdistanê bi taybetî di mijara tenduristiyê de alîkarî pêwîst e.”

Li gorî daxuyaniyên berpirsên Rêveberiya Xweser, nêzî 2 hezar û 600 gund, bajarok û bajar ji elektrîkê bêpar mane.

Di nava van de jî navenda şûştina gurçikan û kargeha oksejînê jî heye.

Ji ber vê sedemê jî jiyana 60 nexweşan ketiye metirsiyê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin