Pêşmerge û artêşa Iraqê li Mexmûrê operasyon kirin

Pêşmerge û artêşa Iraqê li Mexmûrê operasyon kirin

.

A+A-

Fermandarekî Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand, îro Yekşemê di operasyoneke hevbeş a hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de li sînorê Mexmûrê, 2 endamên DAIŞê hatin kuştin û pêşmergeyek jî birîndar bû.

Berpirsê Mîhwera Şeş a Hêzên Pêşmerge li sînorê Guwêr û Mexmûrê, Sîrwan Barzanî derengiya Yekşemê ji Rûdawê re piştrast kir ku hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş li sînorê Mexmûrê û Çiyayê Qereçoxê pêk anîne.

Sîrwan Barzanî got, “di navbera hêzên wan û çekdarên DAIŞê de şer û pevçûn derket û di encamê de 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”

Bi gotina Sîrwan Barzanî, “di pevçûnan de pêşmergeyek jî bi sivikî birîndar bûye.”

Berpirsê Mîhwera Şeş a Hêzên Pêşmerge tekez kir, di operasyonê de sê tunel û çend şikeftên ku DAIŞê ji xwe re kiribûn stargeh, hatin jinavbirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin