Perwerdeya zarokên qurbanîyên DAIŞê ne dîyar e!

Perwerdeya zarokên qurbanîyên DAIŞê ne dîyar e!

Li gorî daneyên Ofîsa Rizgarkirina Ezîdîyan a Duhokê, 6 hezar û 417 êzidî ji alîyê DAIŞê ve hatine revandin. Heta niha nêzîkî 3 hezar êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgar kirin. Lê di heman demê de çarenivîsa 2 hezar û 900 kesan ne dîyar e.

A+A-

Gülbahar Altaş

Şengala ku 3yê Tebaxa 2014an de ji alîyê DAIŞê ve hatibû dagirkirin di 13ê Mijdara 2015an de bi operasyona piştgirîya Hêzên Hevpeymanîya Navdewletî ya bi serpereştîya Emerîkayê ve ji alîye Hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin.

Li gorî daneyên Ofîsa Rizgarkirina Ezîdîyan a Duhokê, 6 hezar û 417 êzidî ji alîyê DAIŞê ve hatine revandin. Heta niha nêzîkî 3 hezar êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgar kirin. Lê di heman demê de çarenivîsa 2 hezar û 900 kesan ne dîyar e. Nêzîkî 2 hezar jin û zarokên êzidî piştî 2015an ji alîyê gelek welatên Ewropî, bi taybetî jî Almanya ve hatin pejirandin.

Li Duhokê 18 kampên koçberan û 4 jî yên penaberan hene. Di ev 22 kampên koçber û penaberan de ji 620 hezarî zêdetir kes dijîn. Di nav wan de koçberên ji Rojavayê Kurdistanê û her wiha êzidî û mesihîyên koçber hene.

Li gor amarên fermi ji hezar zarokan zêdetir ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin. Hin zarok dema ku ji alîyê DAIŞê ve hatibûn revandin di navbera 10 û 15 salî de bûn. Ji ber ku piranîya wan temenê xwendinê derbas kirine di dibistana seretayî û navîn de tengasîyan dibînin. Ev zarok ji ber pirsgirêkên giran ên derûni û her wiha 4-5 salên ku destê DAIŞê de dîl mabûn ji xwendinê bêpar man. Digel ku piranîya zarokên ku bi malbatên xwe re diçin derveyî welêt ev kêmasîyên xwe ji holê radikin, lê pirsgirêkên piranîya zarokên ku li Iraq û Herêma Kurdistanê dimînin hîn jî berdewam dikin.

“Dema ez çûm dibistanê min şerm kir”

Keça êzidî ya bi navê A.K. (18), dema ku di sala 2014an de ji alîyê endamên DAIŞê ve li Şingalê hate revandin xwendekara dibistana navîn bû.

A.K. di dawîya sala 2016an de ji destê rêxistinê xîlas bû û vegerîya Şingalê. A.K.yê fêm kir ku dê tiştek wekî berê nebe û got: “Dema ku ez ji alîyê endamên DAIŞê ve hatim revandin, 14 salî bûm û diçûm dibistana navîn. Wan, 3 salan îşkence li min kirin. Piştî ku ez xelas bûm, ez hem ji malbata xwe hem jî ji dibistana xwe bûm. Min dixwest ez biçim dibistanê, lê ji ber ku ez mezin bûm, ez tirsîyam ku di heman polê de bi zarokên biçûk re bixwînim, ez şermezar bûm û min nexwest ez biçim dibistanê. Ez nizanim çi bikim. Gelek mirovên weke min, keç û xort jî hene.”

"Pirsgirêkên zarokan ê cidî yên derûnî hene"

Eyad Xakî, Dersdarê Zanîngeha Duhokê ji bianet re axivî û dîyar kir ku, gelek zarok ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

Eyad Xakî wiha got: “Piranîya van zarokan li 22 kampên aware û penaberan li Dihokê dijîn. Em dikarın bêjin di 14 kampan de bi tevahî kurdên êzidî dimînin û jîyana xwe berdewam dikin. Wekî din, ji ber ku di asta pedivîyan de alikari tineye û şert ne guncavin, hejmareke zêde ku du caran bi qasî li yê kampê ne li derveyî kampan dijîn."

 Xakîyê dersdar dîyar kir ku “Li her kampên li navenda Duhokê dibistan hene” û wiha berdewam kir:

“Zarokên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin di dibistanên li kampên xwe de hatine tomar kirin. Wekî din, di destpêka pêşîn de, bi înîsîyatîfa hikûmetê û sazîyên têkildarî, nasname û belgeyên fermî têne derxistin. Wekî din, zarokên ku li derveyî kampan bi malbatên xwe re dijîn jî ji ber ku qursa perwerdehîyê li gorî wan hatîye destnîşankirin divê biçin dibistanên li kampan.”

Derbarê destnîşankirina ku Komîserîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) de rolek girîng di avakirina kampan de heye, Eyad Xakî got, "Ew kamp bi piştgirîya UNHCR li dibistanên ku li kampan hatine damezirandin. Hemî zarokên koçber diçin van dibistanan. Lê belê, mixabin, em nikarin bibêjin ku dibistan hatine vekirin bi taybet ji bo zarokên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin. Li Herêma Kurdistanê, bi taybetî li Dihokê, bi sedan sazîyên sivîl hene, lê mixabin em nîkarin bibêjin ku ji bo perwerdehîya zarokên ku hatine rizgarkirin alikarîye pêwîst peyda dibin. Hejmareke girîng ji zarokên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, ji bilî dûrketina ji xwendina xwe, pirsgirêkên wan ê giran ên derûni jî hene."

Tê destnîşan kirin ku ji sedî 80ê Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞe rizgar bûn neçar man malên xwe terk bikin. Eyad Xakî destnîşan kir ku alîkarîyên ji bo herêmê têr nakin.

"Zarokên ku diçin derveyî welêt di rewşên çêtir de ne"

Çalakvan Himan Remzîyî ji dîyar kir û got,“Gelek zarokên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ji perwerdehîyê bêpar man. Mixabin me hejmareke saxlem berdestê me de nîne û dema Covid-19yê de, pêdivî ye ku li ser vê mijarê lêkolînek berfireh were kirin. Eşkere ye ku zarokên ku li Iraq û Herêma Kurdistanê dijîn nikarin perwerdehîya pêwîst bistînin. Zarokên ku niha li derveyî welêtin hem ji alîyê piştgirîya derûnî û hem jî ji alîyê perwerdehîyê de di şert û mercên çêtir de dijîn.”

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (UN), li piranîya Iraqê ku ji alîyê DAIŞê ve hatibû dagirkirin de 33 hezar sivîl hatine kuştin û 55 hezar jî birîndar bûne. Li Iraqê, di navbera salên 2014-2017 de li herêmên ku di bin destê DAIŞê bûn ji 250yî zêdetir gorên komî hatin dîtin.

Tê texmînkirin ku li goristanên girseyî yên ku hatine vekirin de heta niha 12 hezar qurbanî hene.

Çala mirinan a DAIŞê

Li başûrê rojavayê bajarê Mûsilê 20 kîlometre durî li çolêkê, bi navî “Çalî Merg” çalek heye. Ev der wek goristana girseyî ya herî mezin kû nêzîkî 3 hezar qurbanîyên DAIŞê tê nasîn.

Ji destpêka azadkirina Şingalê ji destê DAIŞê heta niha, li herêmê zêdetirî 75 gorên komî hatine dîtin.

5-069.jpg

Çalî Merg - The National

Yek ji çalên goristana DAIŞê jî li Telaferê ye ku bi navê "Allo Antar" an "Çalî Kevokan" te zanin. Firehîya çala ku 6 kîlometreya ji navenda bajêr dûr e û li ser rîya Girê Uzeyîr e, 50 metreye û kûrahîya wê jî 100 metre ye.

6-050.jpg

Allo Anter - ezidi24.com

Malbatên qurbanîyan heta nîha ji li benda tespîtkirina DNAya qurbanîyan in.

Pîşti azadkirina navçeyê ji destê DAIŞê, hinek goristan bi bûyerên xwezayî yên wekî baran û lehîyê derketine holê û hinek jî wekî encama xebata hêzên sivîl û ewlehîyê li herêmê derketine holê. 

Bîanet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin