
Perî Nûrî: Nimûneyên xwînê ji du hezar û 70 kesûkarên Enfalkiriyan hatine wergirtin
.
Wergirtina nimûneyên xwînê ji kesûkarên Enfalkiriyan berdewam e û serpereşta wê kampanyayê jî dibêje, “Herî zêde li Çemçemalê malbatên Kurd hatine Enfalkirin.”
Serpereşta kampanyaya wergirtina nimûneyên xwînê ji kesûkarên Enfalkiriyan Perî Nûrî îro (Yekşem, 06ê Tîrmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Kampanyaya wergirtina nimûneyên xwînê ji kesûkarên Enfalkiriyan pir dereng dest pê kir. Pareke wan kesên ku kesûkarên wan hatine Enfalkirin mirine û ev jî arêşeyan ji bo wê pêvajoyê çê dike.”
Perî Nûrî got, "Wergirtina nimûneyên xwînê û zanyaran qonaxa herî girîng a pêvajoya kolana gorên bikom e, ji ber ku divê datayên nimûneyên xwînê yên van kesan bi yên kesên winda re wekhev bin."
Serpereşta navbirî amaje jî da, “Ev qonaxa heftê ya pêvajoya wergirtina zanyaran û nimûneyên xwînê ji kesûkarên Enfalkiriyan e, lê li Çemçemalê qonaxa sêyê ye ji ber ku herî zêde malbatên Kurd li Çemçemalê hatine Enfalkirin.”
Wê ron jî kir, “Ev pêvajo pir dijwar e û gelek dem pêdivî ye ji ber ku hejmara terman mezin e û hejmara kesên ku zanyaran didin û nimûneyên xwînê jê tên wergirtin pir kêmtir e. Li gorî standardên cîhanî, divê ew kesên ku nimûneyên xwînê jê tên wergirtin sê caran hindî hejmara terman bin.”
Perî Nûrî eşkere jî kir, “Heta niha du hezar û 500 kesên winda hatine tomarkirin lê ew kesên ku nimûneyên xwînê jê hatine wergirtin du hezar û 70 kes in, û herî zêde nimûneyên xwînê ji xelkê Koyê hatine wergirtin.”
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin