
Perestgeha Laleş...Babe Çawiş peyamek belav kir
Oldarê êzdîyan li perestgeha Laleşê Babe Çawiş peyamek belav kir û bangewazîyê dike xelk ji malên xwe dernekevin û pêbend bin bi rênmayîyên tenduristîya hikûmeta herêma Kurdistanê ve.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Oldarê êzdîyan li perestgeha Laleşê Babe Çawiş peyamek belav kir û bangewazîyê dike xelk ji malên xwe dernekevin û pêbend bin bi rênmayîyên tenduristîya hikûmeta herêma Kurdistanê ve.
Peyam waha ye:
Ev rewşa naha ya cîhan tê de derbas dibe, ji xwedayê mezin daxwaz dikim ku temamê mirovahîyê parastî be û di bin çavdêrîya wî de be. Ji bo jîyaneke saxlem û hemû ezîzên me sax û silamet bin. Bangewazîyê dikim ku xelk ji malên xwe dernekevin û pêbend bin bi rênmayîyên wezareta saxlemîya hikûmeta herêma Kurdistanê ve, ku em hemû dûrbin ji vê şewbê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin