Pentagon û Herêma Kurdistanê ji bo yekkirina Pêşmergeyan civiyan

Pentagon û Herêma Kurdistanê ji bo yekkirina Pêşmergeyan civiyan

.

A+A-

 Berpirsên bilind ên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û Herêma Kurdistanê ji bo yekkirina Pêşmergeyan civiyan.

Civîna Komîteya Birêveber a Cîbicîkar ya ji bo pirsa Pêşmergeyan, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de pêşketinên di pêvajoya reformên hêzên Pêşmerge de hatine nirxandin ku di çarçoveya yadaştnameya hevtêgihiştina di navbera Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û Wezareta Karûbarên Pêşmergeyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Îlona 2022yan hatibû nûkirin.

Li gorî daxuyaniyê, komîteyê pêşketinên di warê çaksaziya Hêzên Pêşmerge de pêşkêş kirin.

Herwiha aliyan li ser xalên sereke yên sala bê ku di çarçoveya pabendbûna demdirêj de ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge di nava Wezareta Pêşmergeyan ya Herêma Kurdistanê de û avakirina hêzeke pispor ku karibe têkşikandina DAIŞê bi temamî misoger bike li hev kir.

Beşeke din a daxuyaniyê bal kişand ser wê yekê ku Wezareta Pêşmergeyan di warê reformên darayî û hêzan de pêşkeftineke berbiçav bi dest xistiye û wiha pê de çû:

“Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û Wezareta Pêşmergeyan dilxweş in li ser berdewamiya xebatên reformê yên ku di peymana sala 2022yan de di navbera Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û Wezareta Pêşmergeyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine diyarkirin.

Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê ji bo avakirina Îraqeke bihêz, aram û xwedî serwerî, piştgîriyê dide gelê Îraqê û Herêma Kurdistanê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin