Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Pelên darê di weșihin

A+A-

Nuri Aldur

Ev tema minî ku bi navê ”Pelên darê di weșihin” wê li ser wan dost û hevalên minî kurdên ku min li Swêd, di jîyana me yî penabertî de,  naskirine ye;  lê ewan îroj ne di nav me de ne û ji nav me koçkirine û çûne ser dilovanîya xwe. Bi vî awayî dixwazim wan gorbihiștan hem bibîrbînim û hem jî belkî bo nifșên nûh bibet hinek danasîn/agahdari û zanyarî. Ma ne gotineke pêșîyênme jî heye ku dibêt: ”kes diçêt, lê nav li dinê dimênê”.                                                                                                      

Bo me adet, norm û kulture, ku em dibêjin divêt em hêjayên xwe, ku di ber me de/di ber gel û welatê xwe de xizmet û karên bi qîmet kirine – lê îroj ne li gelmene – jibîrnekin û ewan bibîrbinin. Û ez bawerim em kurd di vî warîde texsîr jî nakin; gelek organîzasyon, kes û enstîtûyên me vê wezifa xwe pêktênin û qaîdeke giring di kulturêde bi cih dikin, berdewamîya norm û kulturê standarde dikin û eve rûh û nasnameya netewî geșdikê û metodên politîkayê jî xweș û modern dikêye: em gelek caran di saytên kurdîde dibînin ku evan dostan yan li ser gorên xwe tên zîyaretkirin, anjî li salon û lokalan bi awakî resmî tên bibîranîn. Divêt em vê prensîb-  û pêwîstîyê her berdewambikin – form û metod bere cûdabin, lê naveroka meselê giringe, bibîranîneke rehet û nazik emê bikarin wezifeyeke hêja bicihbînin.                        

Ezê jî bi vê metoda xwe, bi kêm gotin- lê bi gotinên ku min hûr hûr û bi zanyarîya berpirsîyartîke hesas hilbijartîne li ser hinek șaxsîyetên me çend nivîsan pêșkêșî we xwendevanên ”Rupela Nu” yê bikim. Dan û standinênmin, peyvendîyênmin li gel van dostan pirr nêzîk çêbûne û ezê ji van dem û kêlîyan zanyarîya xwe bênime ser kaxazê û bi hêvîyên ku, hema hinek jî be, nasyarîya li ser van nemiran zêdetir bikê ye anjî zelaltir bikêye. Di nivîsa werêde anjî dû hefteyêndin nivîsa yekem li ser kesayetekîme têt ber çavên we/destên we – ta hingî di xweșîyêde bimînin.                                                                                    

Ezê vê nivîsa xwe bi gotineke feylezofekî(Euripides) mezin ku berî bi hezar salan jîyaye tewaw bikim:” Dema însanên baș dimirin her bi bașîtîyên xwe re berdewamî jîyanêne, lê dema yên pîs dimirin ew bi pîsîtîyên xwe re tên veșartin û ji holê radibin.”

Nuri Aldur

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin