
Pêla erebkirinê Kerkûkê berdewam e: Li gundekî ji 70 malan tenê 3 mal mane
.
Li gundê Elexêr ê ser bi Kerkûkê ve, ku gundekî Kurdan e, helmeteke dijwar a erebkirinê û dagirkirina zeviyan dest pê kiriye. Erebên hawirde bi piştevaniya hêzên ewlehiyê yên Iraqê, xaniyên Kurdan hildiweşînin û dest danîne ser zeviyên wan.
Li gorî zanyariyan, hêzên Artêşa Iraqê li nav dibistana gund bicih bûne û gund ji aliyê 6 xalên kontrolê yên Artêş û Heşda Şeibî ve hatiye dorpêçkirin. Welatiyên gund dibêjin ku Erebên hawirde li ber çavên van hêzan bi traktoran zeviyên Kurdan dikêlin û dîwarên xaniyên vala hildiweşînin.
Ji ber bûyerên 16ê Cotmehê, metirsiya DAIŞê û proseya domdar a erebkirinê, demografiya gund bi temamî hatiye guhertin. Berê 70 malbat li gund dijiyan, lê niha tenê 3 malbat mane û ew jî dibêjin ku ew "parastina ax û warê xwe dikin".
Welatiyekî gundê Elexêr îro 25ê Mijdarê ji K24ê re diyar kir, Rêveberiya Çandiniyê bêyî agahdarkirinê, girêbestên çandiniyê ji bo Erebên hawirde nû kirine.
Herwiha got jî: "Erebên hawirde bi destê xwe girêbestên nû hene, hinek ji wan îsal hatine nûkirin. Ev yek di demekê de ye ku Wezîrê Dadê biryara hilweşandina wan girêbestan dabû. Ew van belgeyan wekî hincet ji bo dagirkirinê bi kar tînin."
Jineke temenmezin a gund jî, ku berê mil bi milê Pêşmerge gund parastiye, behsa zextên li ser wan kir û got ku Erebên hawirde hewl didin wê derbixin.
Wê dayikê got: "Ev ax cihê jidayikbûna min e, min bi rondik û zehmetiyê ava kiriye. Ereb ji min re dibêjin 'pîrejinê ji vir here', lê min ji wan re gotiye ku derketin ne mimkun e, meger ku mirin min ji vê axê dûr bixe."
Niştecihên Elexêrê daxwaz ji Hikûmet û aliyên peywendîdar dikin ku bi lez werin ser xetê, ji ber ku armanca dawî ya van hewldanan, paqijkirina şûnwarên Kurdan li herêmê û desteserkirina temamî ya mal û milkên wan e.
K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin