Rêber Hebûn

Rêber Hebûn

Niviskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Pêla demê

A+A-

Kenê te awaza xewinên nûgîhayî
Ew diweşîn e ronahiyên viyanê
Min tenê kenê te dikşîne

 ji nişkêve şîrînê
Mîna pêlên agirî ne
Sînga te min dikşîne
Dema laşên me bi hev re distrin
Herdû laşên agirî yegirtî ne
Herdû lêvên me leheng û serwer in
 Em bi hev re serdemek nû saz dikin
Navnîşana  serdemê dildarî ye.
Naveroka dildarî azadî ye
Bê xem û
Şerm û fedî

Ev evîn rengek nû ye.

**

Tu pêla xewinên zindî
An xewinek bêdengî an
Awazek bê dawî yî
 Havîn bê te  bêzar e
Bi sermayê  navdar e
Pêla te min dorpêç kir
Sînga te warek nû ye
Têde jîndar aram in
Ez warek nû dixwazim
Dûrî ceng û bêzarî
Dûrî êş û her tiştî

Herku li te ez dinêrim
Hestek geşbîn min digre
Ew dimrîne êşên min

Ew êş peyv û roman in
Destanên  dil  efsan in.
Ji roj re ew sihwan in
Ji heyv re erd û ban in.

Çavên te destrînin
Peyvên min ew dirjînin
Mîna kaniyên jorîn
Xewinên avî  datînin.

Porê te êvar e û ez

di bin porê te dimeşim
Guliyên wê ji hêsirên heyvê 
Reştariyên jiyanê têde dimrin.
Li pêş karwanên helbestan
Berxên rehjen diçêrin
Maçên ewran distînin
wêne ji xweşî re digrin.

https://youtu.be/uRbzqsQGok0

 

Önceki ve Sonraki Yazılar