PDKyê li ser biryarên Dadgeha Federal a Îraqê daxuyaniyek da

PDKyê li ser biryarên Dadgeha Federal a Îraqê daxuyaniyek da

.

A+A-

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku biryarên Dadgeha Federal a Îraqê “li dijî ruhê destûrê û prensîbên sîstema federalî ne.”

Civîna Buroya Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî hat lidarxistin.

Di civîna PDKyê de biryarên Dadgeha Federal a Îraqê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya Buroya Siyasî ya PDKyê de hat gotin ku biryarên Dadgeha Federal li dijî ruhê destûrê, mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û prensîbên federalî ne.

Di daxuyaniya PDKyê de ev xal hatin destnîşankirin:

1. Divê mafên pêkhateyan werin parastin û beşdariya wan di saziyên destûrî de were piştgirîkirin.

2. Partiya me piştgiriya berdewamiya danûstandinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê yên derbarê mafên darayî de dike.

3. Biryara sererastkirina yasaya hilbijartinan hejmar 1 a sala 1992yan a li ser yasaya hilbijartinan a Parlamentoya Kurdistanê û çend madeyên wê, li dijî destûr û prensîb û cewherê cudabûna desthilatdariyê ye.

Biryarên Dadgeha Federal a Îraqê

Dadgeha Federal a Îraqê bi hinceta ku “nedestûrî ye” kotaya 11 kursiyên ku ji bo Tirkmen û Xirîstiyanan ên di Parlamentoya Kurdistanê de hatibû veqetandin, betal kir.

Dadgeha Federal di rûniştina xwe ya doh de li ser îtirazên Qanûna Hilbijartinan a Parlamentoya Kurdistanê û Kotaya Pêkhateyan biryar da.

Dadgehê biryar da Herêma Kurdistanê ku berê tevahî herêmeke hilbijartinan bû li ser 4 herêman belav bike, herwiha biryar da ku kursiyên ku ji bo pêkhateyan hatine veqetandin, “nedestûrî” ne.

Hat ragihandin ku bi biryarê re hejmara parlamenterên Parlamentoya Kurdistanê ji 111an dakete 100î.

Dadgehê herwiha biryar da ku hilbijartinên Kurdistanê li şûna Komîsyona Serbixwe ya Referandûm û Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ve werin kirin.

Di Parlamentoya Kurdistanê ya ku ji 111 kursiyan pêk tê û sala 1992yan hat damezrandin de kotaya 11 kesan tê dayîn ku 5 ji bo Tirkmenan û 6 jî ji bo Xirîstiyanan e (5 ji bo Keldanî-Asûrî, 1 ji bo Ermeniyan).

Dahat dê radestî Bexdayê were kirin

Li aliyê din di rûniştina îro de Dadgeha Federal a Îraqê biryara xwe ya li ser mijarên demdirêj ên Bexda û Hewlêrê yên derbarê pirsa dahat û hilbijartinan de eşkere kir.

Dadgehê biryar da ku Herêma Kurdistanê dahata petrolê û ya li derveyî petrolê jî bişîne Bexdayê.

Dadgehê herwiha biryar da ku rêveberiya Bexdayê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bê şert û merc dabîn bike û budçeya ku hatiye terxankirin jî “divê wekî deyn neyê hesibandin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin