
PDKyê ji bo yekdengiya Kurdan a li Bexdayê ‘Civîna Lûtkeyê’ pêşniyar kir
.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji aliyên serkeftî yên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê re pêşniyar dike ku ji bo yekdengiya Kurdan a li Bexdayê, rasterast civîna lûtkeyê bê kirin.
Berpirsên Yekgirtû û Komelê dibêjin ku wan pêşniyara PDKyê red nekiriye lê projeya wan jî heye.
Li gorî çavkaniyeke bilind a PDKyê ya ji Rûdawê re, ew pêşniyara yekdengiya Kurdan didin aliyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Helwêst, Yekgirtûya Îslamî, Nifşê Nû û Komela Dadgeriyê û daxwaz dikin ku civînekê di asta lûtkeya partiyan de bikin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, PDKyê pêşniyarên xwe dane Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Dadgeriya Kurdistanê û rojên bê dê bide aliyên din ên serkeftî yên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê.
Endamê Encûmena Bilind a Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê Ebdulsitar Mecîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Me pêşniyar kiriye ku komîteyek ji polîtburoyên partiyan bi amadehiya endamekî serkeftî yê Parlamentoya Îraqê ji bo yekdengiya Kurdan bicivin û amadehiyê ji bo civîna lûtkeyê bikin."
Ebdulsitar Mecîd derbarê pêşniyara PDKyê ya ji bo civîna lûtkeyê got:
"Rast e ew pêşniyara wan ji bo me bû, pêşniyara me jî hebû lê em a wan jî red nakin û ji bo me ne pirsgirêk e, li cem me asayî ye, bê guman a me li cem me baştir e."
Berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Selahedîn Babekir jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn:
"Me destpêşxeriya xwe daye wan şeş aliyên ku kursiyên Parlamentoya Îraqê bi dest xistine ku civîna yekem di asta polîtburoyan de bê kirin û paşê nexşerêyek ji bo civîna lûtkeyê were danîn û li wir were îmzekirin."
Selahedîn Babekir derbarê pêşniyara PDKyê got:
"Wan daxwaza civîna lûtkeyê kir, ev wekî pirsgirêkeke teknîkî ye ku kîjan civîn li pêşiyê be.
Me ya xwe baş dîtiye û PDKyê jî nêrîna xwe, her du alî em dê pêşniyaran gotûbêj bikin."
Berdevkê Yekgirtûyê her wiha anî ziman:
"Em dê pêşniyara PDKyê di civîna polîtburoyê de binirxînin û paşê dê gotina me hebe, her wekî çawa ew jî pêşniyara me dinirxînin."
Di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de PDKyê li ser asta lîsteyên Kurdistanî herî zêde kursî bi dest xistin ku 27 kursî bûn.
YNKyê 18 kursî, Helwêstê 5 kursî, Yekgirtûyê 4 kursî, Nifşê Nû 3 kursî û Komelê jî kursiyek bi dest xist.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin