PDKyê bertekeke tund nîşanî biryarên Dadgeha Federal da

PDKyê bertekeke tund nîşanî biryarên Dadgeha Federal da

.

A+A-

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, “Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê hewl dide ku desthilata Herêma Kurdistanê kêm bike.”

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê li ser Herêma Kurdistanê biryarên girîng dabûn.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi daxuyaniyeke nivîskî bertekeke tund nîşanî van biryaran da.

PDKyê da zanîn ku “Divê dadgeh ji bo armancên siyasî neyê bikaranîn” û got:

“Saziyên federal hinek xalên makezagonê û piştguh dikin û binpê dikin.

Divê Dadgeha Federal xalên makezagonê biparêzê lê berovajiyê vê tevdigere, ev jî xala herî xeternak e.”

PDKyê herwiha destnîşan kir, “Dadgeha Federal a Îraqê biryarên li derveyî erkê xwe jî dide û tewr makezagonê binpê dike.”

Daxuyaniya PDK bal kişand ser biyarên dawiyê yên Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê û got:

“Dadgeha Federal bi biryarên xwe yên dawiyê desthilata Herêma Kurdistanê kêm kir, saziyên wê qels kirin û rê da ku rayedarên Îraqê mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê binpê bikin.

Xalên 117 û 121ê yên Destûra Îraqê meşrûbûna erkên Herêma Kurdistanê yên qanûndanîn, birêvebirin û darazê nas dikin.”

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê kêm kiribû.

"Rasterast binpêkirina makezagonê ye"

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi vî awayî bertek nîşanî vê biryarê da:

“Kêmkirina hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê, rakirina kotayên pêkhateyan û zêdekirina herêmên hilbijartinê rasterast binpêkirina makezagonê ye.

Yasaya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê zêdetirî 30 salî ye di meriyetê de ye û pênc serdemên borî hilbijartin li gorî vê yasayê hatin kirin.

Vê yasayê Herêma Kurdistanê kir dergûşa demokrasiyê ku mafên hemû pêkhateyên cuda diparêze.

Dadgeha Federal xwe xistiye dewsa dezgeha qanûndanînê ya Herêma Kurdistanê.

Xalên Destûrê yên 49/1 û 125an mafên hemû neteweyan, mafên Keldan, Suryan, Ermen û Tirkmenan diparêzin lê biryara dadgehê van xalan binpê dike.”

PDK li ser encamên biryarên Dadgeha Federal jî anî zimên:

“Wekî encamê, biryarên Dadgeha Federal pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê aloz dikin.

Ev biryar gefê li prensîbên federaliyê dixwin berê Îraqê didin sîstemeke navendî.

Divê makezagon bibe bingeha çareserkirina nakokiyên Hewlêr û Bexdayê û divê Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê ji bo armancên siyasî neyê bikaranîn.”

Çi bûbû?

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê 21ê Sibatê li ser Herêma Kurdistanê hinek biryar dan.

Li Herêma Kurdistanê berê tenê herêmeke hilbijatinê hebû, dadgehê biryar da ku li Herêma Kurdistanê êdî 4 herêmên hilbijartinê hebin.

Hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê kêm bû

Herwiha dadgehê biryar da ku 11 kursiyên ji bo kotayan hatine veqetandin “ne destûrî ne”.

Li gorî vê biryarê, hejmara parlamenterên Parlamentoya Kurdistanê 111an daket 100î.

Dadgehê herwiha biryar da ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê li şûna Komîsyona Serbixwe ya Referandûm û Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê, ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ve werin birêvebirin.

Parlamentoya Kurdistanê sala 1992yan hat avakirin û ji 111 kursiyan pêk dihat.

11 kursî ji wan yên pêkhateyan bûn ku 5 kursî yên Tirkmenan û 6 kursî jî yên Xirîstiyanan bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin