PDKÎ: Me 4 dronên Îranê xistin xwarê

PDKÎ: Me 4 dronên Îranê xistin xwarê

.

A+A-

 Fermandariya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ser bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) dibêje, di rojên borî de Îranê bi 16 firokeyên bê firokevan êrîşî bingehên wan kirine û 15 caran jî topbaran kirine. Wezareta Derve ya Îranê jî dibêje, tişta hatiye kirin “bersiva destdirêjiya berdewam” a dijminên Komara Îslamî ya Îranê ye. PDKÎ tekez jî dike ku wan kariye 4 dronên Îranê têk bibin.

Berpirsê Fermandariya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ser bi PDKÎ Kawe Behramî ji Rûdawê re got, vê sibê 13ê Îlona 2021ê, Supaya Pasdaran careke din navçeyên Sîdekan topbaran kirine, lê ti zerar û ziyanek nebûye.

Li gor Kawe Behramî, Supaya Pasdaran di çend rojên borî de bi 16 droneyan êrîşî Pêşmergeyên wan kirine û Pêşmergeyan jî karîne 4 ji wan droneyan bikin arman û bixin xwarê.

Hevdem Saziya Fermandariya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ser bi PDKÎ îro Duşemê belav kiriye ku ji roja Pêncşembê 9ê Îlona 2021 ve Îranê bi awayekî berfireh 15 caran navçeyên sînorî topbaran kirine û firokeyên bêfirokevan jî berdewam li esmanê navçeyê digerin.

Saziya Fermandariya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ser bi PDKÎ dibêje, “Di wan êrîşên hêzên rejîma Îranê de zerar û ziyan gehiştiye jiyan û malê xelkê sivîl ê navçeyê û ti zerareke canî negehiştiye Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê.”

Hevdem îro Duşemê 13ê Îlona 2021ê Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade derbarê wan êrîşan de ji rojnamevanan re axivî û got, “Ev hewldan bersiva wan destdirêjiyên berdewam in ku ji nêzîkê sînorên Iraqê bo ser Îranê tên kirin û çendîn sînorparêzên Îranê kuştine.”

Xetîbzade dibêje, “Di civînên fermî û nefermî de me ji berpirsên Iraqê re gotiye ku nabe grûpên terorîst sûdê ji axa Iraqê werbigrin.”

Roja Yekşemê 12ê Îlona 2021ê Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî di civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de li Tehranê, çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê wek cihê nîgeraniyê anîn ziman û daxwaza “Bêçekkirin û derxistina bi bilez” a wan partiyan ji Herêma Kurdistanê kir.

Di dema du hefteyên derbasbûyî de hejmarek ji fermandarên Supaya Pasdaran gef xwarine û ragihandine ku ji her cihekî metirsî bo ser asayîşa Îranê bê çêkirin, wî cihî dikin armanc.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin