PDKÎ li derheq êrîşa mûşekî ya nû ya Supaha Pasdaran de daxuyaniyek belav kir

PDKÎ li derheq êrîşa mûşekî ya nû ya Supaha Pasdaran de daxuyaniyek belav kir

.

A+A-

Carek din binkeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi mûşek û dronan kirin armanc.

Nîve şeva Yekşemî li ser Duşemî 30`ê Xezelwerê Spaha Pasdaran a Komara Îslamî bi mûşek û dronan çend binkeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yên li nêzî bajarê Koye û Cjnîkanê kirin armanc. Her bi sebeba vê êrîşa mûşekî ya nû ya Komara Îslamî bo ser binkeyên Hizbê mixabin pêşmergeyek bi navê “Bêhzad Îskat” şehîd bû. Her pêka nûçeyan di vê êrîşa mûşekî de binkeyên Komele li Zergir ya nêzî bajarê Silêmaniyê jî, bi dronan kiriye armanc.

Êrîşa mûşekî ya nû ya Komara Îslamî bo ser binkeyên PDKÎ di demekê de ye ku berê li roja Duşemî 23`ê Xezelwerê de jî, Spaha Pasdaran a Komara Îslamî bi derbaskirina hemû pirensîpên navdewletî binkeyên PDKÎ bi mûşekan kiribû armanc ku, ev êrîşa bû bi sebeba şehîdbûna du pêşmergeyan. Herwisa li roja 6`ê Rezberê de jî binkeyên PDKÎ kiribû armanc, û 9 kes şehîd bibûn ku sê ji wan jin û zarok bûn.

Berdewamiya wan êrîşên Komara Îslamî bo ser binkeyên PDKÎ di demekê de ne ku, xwenîşandanên cemawerî yên navxweyî Kurdistanê jî bi awayek tund serkut dike û di heyama çend rojên derbasbûyî de, dehan kes ji xelkê Kurdistanê di encama teqeya rasterast a hêzên rejîmê de şehîd bûne û bi sedan kesî jî birîndar bûne.

Herçawan ku di demên berê de jî, me ragihandiye Komara Îslamî a Îranê li navxwe de bi tundî xwenîşanderan dikuje û li derve jî bi mûşek û dronan bo ser binkeyên partiyên siyasî yên Kurdistanê dawîn çeng havêtinên berî nemana xwe dihavêje.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevî şermezarkirina cinayet û destdirêjiyên Komara Îslamî a Îranê, rû li welat û navendên biryar der yên li civatgeha cîhanî radigihîne ku heta berbesteke micid bona sînûr derbaskirinên Komara Îslamî danenên, ev gef û êrîşên rejîma Komara Îslamî dê berdewam bin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

21`ê Çiriya Paşîn a 2022`an

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin