PDKÎ li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê Çalakî lidar xistin

PDKÎ li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê Çalakî lidar xistin

.

A+A-

Endamên PDKÎ li çendîn bajarên Kurdistanê wekî Nexede, Bane, Seqiz, Pîranşar û Bokanê bi hilkefta 10ê Xakelêwe, roja Şehîdên Kurdistanê û 75emîn salvegera sêdaredana “Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî” çalakiyek berfireh bi rê ve birin.

Endamên PDKÎ li Bokanê, di çalakiyek berfireh de serdana malbatên şehîdan li Bokanê û gundên girêdayê vî bajarî kirin û soz û peyman digel rêbaza şehîdan nû kirin ku heta gihîştin bi armancên wan şehîdan, xebatê bidomînin.

Herwisa endamên Demokrat li Bokanê û gundên derdorê vî bajarî serdana tirbên şehîdan  kirin û tevî dubarekirina peyman nûkirin digel şehîdan, soz dan ku rêbaza wan di her demekê de bidomîn.

Herwisa di bajarên Nexede, Bane, Seqiz û piranşarê têkoşerên demokrat serdana malbatên şehîdan kirin û bi danîna alaya Kurdistanê û logoyên PDKÎ û herwisa logoya Hêza Pêşmergê Kurdistanê soz û peyman digel canê “Pêşewa” û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê nû kirin, ku alaya xebata wan heta serkevtinê bilind rabigrin.

Çavkanî: Kurdistanmedia

Bixwîne: Peyama Rêberiya PDKÎ bona roja şehîdên Kurdistanê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin