PDKê û Hevpeymaniya Siyade li ser helwesta nû ya Sedir daxuyaniyek belav kirin

PDKê û Hevpeymaniya Siyade li ser helwesta nû ya Sedir daxuyaniyek belav kirin

.

A+A-

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Hevpeymaniya Siyade di derbarê helwesta nû ya Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir de, daxuyaniyek hevbeş belav kir û diyar kirin: “Em helwest û pêşniyara Muqteda Sedir ji bo bilez avêtina gavekê ji bo pêkanîna hikûmeteke bihêz, bilind dinirxînin.”

Li gor daxuyaniya PDK û Siyade, her du aliyan helwesta Muqteda Sedir ji bo pêkanîna hikûmeteke bihêz ji bo çareseriya komek dosyeyên aloz ku rûbirûyî gelê Iraqê bûne, bilind nirxandin.

PDK û Siyade di daxuyaniyê de destnîşan kirin: “Em tekezî li ser şerîkatiya hevbeş ligel hevpeymaniyên Sedirî dikin, bêyî wan hikûmeteke bihêz li Iraqê nayê avakirin.”

Herwiha hat eşkerekirin: “Em bi awayekî eşkere radigihînin ku em pabend in bi rizgarîkirina niştiman, ku xelkê Iraqê li bendê ne.”

Di berdewamiyê de, tekezî li gotûbêja niştimanî ligel hemû aliyan hatiye kirin, bêyî destwerdana derekî, da ku Iraq bigihîje qeraxa aramiyê.

Herî dawî jî Siyade û PDKê ragihandin; ew pêdagirî li biratiya nav mala birayên xwe yên Şîe dikin û dibêjin: “Ji bo diyarkirina kesayetek ji aliyê Sediriyan ve ji bo Serokwezîrê nû yê Iraqê û nîşandana bernameya kar bi rastiya Iraqê ve û piştevaniya temamê pêkhate û hêzên siyasî ve girêdayî be.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin