PDK û YNKê li ser bilezkirina pêgavên yasayî û siyasî ji bo encamdana hilbijartinan lihev dikin

PDK û YNKê li ser bilezkirina pêgavên yasayî û siyasî ji bo encamdana hilbijartinan lihev dikin

.

A+A-

Şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li bajarê Silêmaniyê civiyan û piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Di daxuyaniya hevbeş a PDK û YNKê de hat: “Her du alî ji bilî ku destpêşxeriya Serok Barzanî bilind dinirxînin ku di dema pêwîst de hatiye, her du alî li ser wê yekê hevnêrîn in ku ligel aliyên din gavên pratîkî ji bo birêveçûna vê destpêşxeriyê bavêjin, ji bo navmala Kurdistanê birêk bixe û rûpeleke nû di hemû pêwendiyan de veke.”

Her di daxuyaniyê de hat, “Her du politburoyên PDK û YNKê siyasî ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dikin ji ber pesendkirina projeya rêkxistina darayî ku projeya hemû aliyên pêkhênerên Kabîneya Nehemîn e.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de PDK û YNKê dibêjin: “Her du alî hevnêrîn bûn li ser bihêzkirina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û pêşxistin û bilezkirina pêgavên yasayî û siyasî ji bo encamdana hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê di dema diyarkirî di îsal de.”

Di daxuyaniyê de hat gotin jî: “Her du alî dixwazin ku her kes be di berdewamiya atmosfera biratiyê, karê bi hev re û nehîştina derzên berê de, hevkar be.”

Di dawiya daxuyaniya hevbeş a PDK û YNKê de hat: “Her du alî biryar dan ku weke tîmekê kar bikin û zincîreyek civînên din jî bikin ji bo dabînkirina atmosfereke libar di warê qanûnî û siyasî de, bo encamdana hilbijartinan û rûbirûbûna kêşeyên ku li herêmê hene.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin