PDK û YNKê karnameyeke hevbeş amade dikin

PDK û YNKê karnameyeke hevbeş amade dikin

.

A+A-

Berdevkê PDKê: Karnameyeke hevbeş di navbera PDK û YNKê de hatiye amadekirin, pêwîstiya wê bi nûkirinê heye, ji bo em wê bikin karnameyeke Kurdistanî.

 

Perdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, wan li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) projeyek amade kiriye, ji bo di guftûgoyên bi aliyan re li Bexdayê pêşkêş bikin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di konferanseke rojnamevanî de derbarê hatina şanda Tevgera Sedirê de ragihand, hatina wê şanda tevgera Sedir pêwendiya wê bi civîna 9ê vê mehê ya Encûmena Nûneran a Iraqê heye. Diyar kir jî, pêştir hin têgihîştinên wan derbarê çawaniya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de jî heye û ji bo wê mebestê jî, sibe şandeke PDKê li gel YNKê dicive.

Aşkere kir jî, sibe du komîteyên PDK dê bi YNKê re bicive û dê derbarê nêrîna me ji hikûmeta nû ya Iraqê re, destkeftên Kurdistanê û pirsên ku cihê girîngiya gelê Kurdistanê de be, ji bo ku kabîneya bê ya hikûmetê wan pirsa bi paş nexîne wek kabîneyên berê.

Derbarê nêrîna Tevgera Sedirê de, Berdevkê PDKê got: “Ew behsa hikûmeta piranî ya niştimanî dikin. Em jî dibînin ku divê derî û pencereyên hikûmeta bê vekirî bin ji bo hemû alî tê de beşdar bin. Lê ew dibînin ku tenê ewên kursiyên zêde bi dest xistine tê de beşdar bin. Bi nêrîna wan, eger opozîsyoneke bihêz hebe, dê demokrasî were çespandin.”

Herwiha got: “Cudahiya me li gel aliyên Erebî ew e ku taybetmendiya Herêma Kurdistanê heye û komek pirsgirêkên me yên netewî hene, ji ber wê divê di karnameya me ya ku dê were amadekirin de, bi zelalî behsa wan pirs bike.”

Derbarê nêrîna PDK û YNKê de, Mehmûd Mihemed got: “Projeya karnameyeke hevbeş di navbera PDK û YNKê de hatiye amadekirin, ti cudahî me li ser wê tune ye, lê belê pêwîstiya wê bi nûkirinê heye ji bo em wê bikin karnameyeke Kurdistanî.”

Li ser awayê hikûmeta ku PDK dê piştevaniya wê bike, Berdevkê PDKê got: “Mesele ne piştevaniya vê arasteyê yan wê ye, ji ber ku em beşek in ji avakirina vê hikûmetê. Em piştevaniya ti aliyekî li dijî aliyekî din nakin, lê em ê bibin şirîkî avakirina hikûmeta şirîkatiya niştimanî û divê em tê de bibin kevirê bingehîn.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin