PDK: Ji bo serokkomaiya Iraqê nemzedê me Rêber Ehmed e

PDK: Ji bo serokkomaiya Iraqê nemzedê me Rêber Ehmed e

.

A+A-

Parlementerê PDK ê Muhsîn Seîdûn ragihand ku namzedê partiyê yê PDK ê ji bo serokkomariya Iraqê Rêber Ehmed e û namzedê partiyê neguheriye. Ji bo namzediya serokkomariya Iraqê serlêdan îro bi dawî hatibû. Parlementer Seîdûn ji bo ajnasa BasNewsê weha aixfiye:

“Ji bo kesên ku ji bo serokkomariya Iraqê namzed hatine nişandan, wê 3 roj lêpirsîn bêkirin. Paşî ji bo destnîşankirina serokkomariya Iraqê wê parlemento bicive.”

Di mijara namzediya serokkomariyê de parlementerê PDK ê Şêrwan Dûberdanî jî ragihandiye ku tekane namzedê PDK ê, wezîrê karên hundir yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed e.

Şêrwan Dûberdanî di daxwuyaniya xwe de got ku ew bende ne tevgera Siyad û Sadr ji ber hevkariya bi PDK ê re dengên xwe bidin Rêber Ehmed.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin