PDK: Em beşdarî hilbijartinan nabin

PDK: Em beşdarî hilbijartinan nabin

.

A+A-

PDKê helwêsta xwe derbarê hilbijartinan de ragihand, “Em beşdarî hilbijartinan nabin ku bi awayekî neyasayî hatine ferzkirin.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) diyar kir ku wan piştî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê ev biryar daye.

PDKyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got:

“Em di çarçoveya misyona xwe ya dîrokî û berjewendiyên xwe yên neteweyî de beşdarî wan hilbijartinan nabin ku bi awayekî nesayayî hatine ferzkirin.”

Polîtburoya PDKyê ev daxuyanî piştî civîna bi pêşengiya Serok Barzanî da.

Di daxuyaniyê de rexne li biryarên Dadgeha Federal hatin girtin û hat destnîşankirin ku biryarên wê ne li gorî Destûra Bingehîn a Îraqê ne.

"Dadgeha Federal hewla Îraqeke yekmerkezî dide"

Di berdewamiya daxuyaniyê jî de hatiye gotin, biryara Dadgeha Federal berdewamiya zincîre biryarên nedestûrî ne ku di heyama 4 salên dawî de li beamberî Herêma Kurdistanê hatiye standin.

PDKyê biryara Dadgeha Federal wekî binpêkirineke metirsîdar  a destûrî ji bo jinavbirina sîstema demokrasiya Herêma Kurdistanê pênase kir.

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku biryara dadgeha federal hewleke vegerendina sîstema yekmerkezî ye.

“Em hilbijartinên ne destûrî rewa nakin”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin:

"Em bangî hemû aliyên îdareya dewletê dikin ku di bicihkirina destûrê û xalên pêkanîna rêkeftina siyasî û hikûmetê de berpirsiyariya niştimanî wergirin.

PDK tekez dike eger rewş wisa berdewam bike dê di pêvajoya siyasî de berdewam neke.

Di heman demê de Polîtburoya PDKyê got

“Em hilbijartinên nedestûrî û ne demokrasî rewa nakin ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Federal li hemberî Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên destûrî tên encamdan."

15 partiyên Mesîhiyan û 10 partiyên Tirkmenan jî biryara boykotê dabûn

Di hilbijartinên herî dawî de PDK bi jimareya 183 beşdarî hilbijartinan bû û 688 hezar deng  stendin û li Parlementoya Kurdistanê jî 45 kursî bi dest xistin û bû partiye yekem.

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) 21 kursiyên parlementoya Kurdistanê bi des xistin û bû partiya duyem.

Biryar e hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê di 10ê Hezîranê de bi rê ve biçe.

Cara yekem e di vê hilbijartinê de kotaya kursiyên pêkhateyan dê nebe ku di kotayê de Mesîhî xwedî 5 kursî, Tirkmen 5 kursî û Ermenî jî xwedî kursiyekê bûn.

Lê belê di 21ê Adarê de Dadgeha Federal a Îraqê biryara hilweşandina kursiyên pêkhateya da.

Li aliyê din 15 partiyên Mesîhî di daxuyaniyekê de ragihandibûn ku ew li dijî wê biryara Dadgeha Federal a Îraqê ne û dê beşdarî hilbijartinan nebin.

Li gel Mesîhiyan 12ê Adarê 10 partiyên siyasî yên Tirkmenanan di daxuyaniyekê de ragihandibûn heta ew biryara Dadgeha Federal neyê hilweşandin dê beşdarî hilbijartinan nebin û boykot bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin