Partiyên Bakurê Kurdistanê şehîdên kîmyabarana Helebçeyê bi bîr anîn

Partiyên Bakurê Kurdistanê şehîdên kîmyabarana Helebçeyê bi bîr anîn

.

A+A-

Mahîr Yuksel

Di 35emîn salvegera kîmyabarana Helepçeyê de li Bakurê Kurdistanê jî partiyên siyasî yên Kurdistanî pankartên bîranînê bi avahiyên xwe ve kirin.

Di 35emîn salvegera kîmyabarana Helepçeyê de li Bakurê Kurdistanê jî partiyên siyasî yên Kurdistanî pankartên bîranînê bi avahiyên xwe ve kirin û bang kirin ku Neteweyên Yekgirtî komkujiya Helepçeyê wek Jenosîda Kurdan binase.

35 Sal di ser Komkujiya Helepçeyê derbas bûn ku salvegera Komkujiya Helepçeyê li Bakurê Kurdistanê jî  bi xemgînî hat pêşwazîkirin. Di salvegera komkujiya Helepçeyê de Partiyên Siyasî yên Kurdistanî bi pankartên bîranînê qurbaniyên Helepçeyê bi bîr anîn û dan zanîn ku ew ê ti caran Helepçeyê nedin jibîrkirin.

Siyasetmedarên Kurd ên Bakurê Kurdistanê jî bang li civaka navneteweyî kirin ku divê Komkujiya Helepçeyê wek Jenosîda Kurdan bê nasîn, da ku êdî ti hêzek serî li rêbazên wisa nede.

Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê Hanîfî Turan ji K24ê re diyar kir: “Em bang li Neteweyên Yekgirtî dikin ku roja 16ê adarê wek Roja Jenosîda Dijî Kurdan pênase bike û her wiha dadgehek navneteweyî de komkujiyê didarizîne û tawanbarên nehatîn darizandin û dewletên tiliya wan komkujiyê de hene werin darizandin.”

Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê amaje kirin ku Helepçe jî rûpelek tarî ya dîroka Kurdan e ku divê Kurd van dîrokan ji bîr nekin û divê were zanîn Helepçe berdewamiya oprasyona enfalê bû û li dijî kurdan bi zanebunî hatiye kirin û divê hemu berpirsên wê komkujiyê werin aşkerekirin û werin sizadan.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel ji K24ê re ragihand: “Balkêş e ku cîhanê çavê xwe ji komkujiyê re girtibû û Sedam jî ji wê bêdengiyê hêz wergirt û êrîşî ser kurdan kir. Komkujî wek parçeyek şerê Îran û Iraqê hat nîşandan lê ji 82yê ve enfal ser kurdan hebu û gundên wan dihat valakirin.”

Komkujiya Helepçeyê birînek ku nayê girtin di dilê kurdan de vekir û îsal jî di salvegera komkujiya Helepçeyê de birînên Helepçe û birînên erdhejên Mereşê bûn yek. 

Çavkanî: Kurdistan 24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin