Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Be

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Be

.

A+A-

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):
Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Be

17ê çileya pêşîn Roja Alaya Kurdistanê ye.

Alaya Kurdistanê ya ku îro hatiye qebûlkirin, di 1920’î de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve bi biryarekê hatîye qebûlkirin.

Ev alaya, ji xetên sor, sipî û keskê û li ser xeta sipî ji rojê pêk hatîye.
Di 1927an de ew alaya ku di 1920ê de hatibû qebûl kirin, ji alîyê Xoybûnê ve li çiyayê Agirîyê hate bilind kirin.

Alaya Kurdistanê di 1932ê de li ser herdu bergên Hawarê, no: 11 (10 Çiriya Pashîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin.

Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê, ew alaya wek Alaya Kurdistanê qebûl kir. Pêşmergeyên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê di roja 17yê çileya pêşîna ya 1945an de, li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, Alaya Îranê ji ser Avahîya Şarevanîya Mehabadê rakirin, Alaya Kurdistanê li ser avahîyê ve darve kirin.

Dewleta Komara Kurdistanê Alaya Kurdîstanê wek Alaya Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) bi hinek guhertinên biçûk qebûl kir. Berîya ku Komara Kurdistanê birûxe, Pêşewa Qazî Muhemmed Alaya Kurdistanê ya Komara Kurdistanê dide Mela Mistefa Barzanî yê nemir û weha dibêje: "Vê Alaya Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûnê nehêlin ev alaya hanê bikeve erdê."

Parlamentoya Herêma Kurdistanê, wê Alaya ku di 1920ê de hatibû amade kirin esas girt û di roja 11yê Mijdara 1999an de, 17yê çileya pêşîn weke Roja Alaya Kurdistanê îlan kir.

Ev Alaya Kurdistanê, wek nirxeke neteweyî eve ji 100 salî zêdetire ku wek Alaya Kurdistanê tê qebûl kirin.

Ev roj roja ku bi hestên neteweyî, niştimanî lêxwedî derketin û hildana ala Kurdistanê ye. Divê ev ala jibo hemû Kurdistaniyên cîhanê wek Alaya Kurdistanê bê qebûl kirin.

Em roja alaya rengîn a bi rûmet pîroz dikin.
17.12.2023

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


410874796-122132211050061668-2746140300954961003-n.jpg410886454-122132210930061668-7376351905956417418-n.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin