Partîya Welatparêzên Kurdistanê: Em bi mamoste Mizgîn Yalçinê re ne!

Partîya Welatparêzên Kurdistanê: Em bi mamoste Mizgîn Yalçinê re ne!

.

A+A-

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) piştgirî da mamostaya Kurdî  Mizgîn Yalçinê.

"Em bi mamoste Mizgîn Yalçinê re ne!

Mamosteya kurdî Mizgîn Yalçin ji ber vîdyoya ku navê bajaran bi Kurdî fêrî xwendekaran dike, li ser medyaya civakî wekî hedef hatibû nîşandan, tûşî êrîşên nijadperest û şowenîstên tirkan bûye.

Li gel ku nuha telewîzyonek dewletê ya bi navê TRT-KURDÎ heye, dersa bijarte ya bi kurdî û beşê zimanê kurdî yê hinek unîwersîteyan jî hene; lê mixabin van her sê dezgeh jî wek fermî nehatine tesdîqkirin. Hîna jî wek fermî hebûna kurdan, perwerdeya bi zimanê kurdî nehatîye qebûlkirin. Parlamentoya Tirkîyeyê zimanê kurdî wek ‘’zimanekî nenas’’ pênase dike. Navê bajar, navçe û gundên kurdan yên ku bi navên tirkî hatine guhertin, bi kurdî paşde nehatine vegerandin û navên wan yên kurdî bi awakî fermî nehatine qebûl kirin.

Li gel van sîyaset, kiryar û helwestên xwe yên 100 salî, Dewleta Tirk, sîyaseta xwe ya tûndtir ya li dijî kurdan, di van salên dawî de gîhandîye wê astê ku, di nav civata tirkan de pêla nijadperestî û şowenîzmê bilindtir û xurtir kirîye.

Kurd bi zimanê xwe, bi kultura xwe, bi dîroka xwe ve bi hezaran salan e ku li ser cografayaya Kurdistanê dijîn. Zimanê kurdî jî navê bajar, nevçe û gundên Kurdistanê jî xwedî derbasbûyîneke gelekî dirêj û dîrokekê gelekî kevn e.

Ew kesên ku tehamula wan ji zimanê kurdî û ji binavkirina bajar û navçe û gundên bi navê kurdî tunene; hêza xwe ji sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya li dijî kurdan distînin. Ev helwesta wan, nîşana bêtehamulîya li dijî hebûna kurdan e, li dijî zimanê kurdî ye, nijadperstîye. Zimanê kurdî hebûna miletê kurd e.

Em helwesta van nijadperest û şowenîstên tirkan ya li dijî Mamoste Mizgîn Yalçinê şermezar dikin û em dibêjin ‘’Mamoste Mizgînê ne bê xwedî ye û em bi Mamoste Mizgînê re ne’’.

Em bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin ku demildest di derbarê van kesên êrîşker ên nijadperest û mejîkufikî de dozê vekin.

Em bangî her kurdekî, bangî hemû baroyan, dezgehên sivîl, demokratîk, partîyên sîyasî, bangî herkesekî ku mafê mirovan diparêze, li dijî nijadperestî û şowenîzmê ye dikin, da ku li himberî van êrîşên li dijî Mizgîn Yalçinê rûdidin dengên xwe bilind bikin û piştgirîya wê bikin.

Mamoste Mizgînê li Gundê Malabadê ya li ser navçeya Farqînê ku girêdayî Amedê ye, wek karmendeka Wezareta Perwerdeya Dewleta Cimhûrîyeta Tirkîyeyê mamostetiya kurdî dike.

Mamoste Mizgînê li ser medyaya civakî bi vîdeoyên ku li odeyeke mala xwe ya Êlihê (Batmanê) amade dike dersên kurdî dide û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî yê bi navê “Kurdî Online” jî vîdyoyên dersên xwe yên kurdî parve dike.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin