
Partiya Pêşverû biryara xwe da: Em vedigerin nava refên ENKSê
.
Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (Pêşverû) bi awayekî fermî ragihand, piştî çendîn hevdîtinan, wan biryar daye vegerin nava refên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS).
Partiya Pêşverû ya bi serokatiya Selah Derwîş îro 11ê Beçileya 2025an, daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir û tê de encamên diyaloga xwe ya ligel ENKSê aşkere kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, piştî pêkanîna çendîn hevdîtinan di navbera wan û ENKSê de û piştî nirxandina wan belge û reşnivîsên ku ji bo kongreya bê ya ENKSê hatine amadekirin, wan biryara vegerê daye.
Partiya Pêşverû sedema vê biryarê bi hestiyariya qonaxa niha ve girê da û got: "Bêguman ew qonax û zehmetiyên ku Sûriye tê re derbas dibe, pêwîstiya wê bi yekxistina hewldanan û temamkirina helwestan heye. Di qonaxeke wiha de pêwîstiyeke mezin bi bloka siyasî heye û ti partiyek bi tena serê xwe nikare wan destkeftiyên siyasî bidest bixe ku gelê me hêviya wan dike."
Partiya Pêşverû di daxuyaniya xwe de amaje bi wê kir, ew yek ji damezrênerên sereke yên ENKSê û projeya wê ya siyasî ne. Herwiha diyar kir jî, ev biryara vegerê, berdewamiya berpirsyariya wan a hevbeş e ku ligel partiyên din ên Kurdî hildigirin.
Di dawiyê de hat gotin: "Em tekez dikin ku biryara vegerê ji xema me ya ji bo yekrêziya navmala Kurdî û bihêzkirina xebata hevbeş tê, bi awayekî ku xizmeta doza me ya neteweyî û niştimanî bike."
Partiya Pêşverû
Partiya Pêşverû berî 10 salan, roja 3ê Tîrmeha 2015an, di konferanseke rojnamevanî de li bajarê Qamişlo biryara vekişîna xwe ji Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) ragihandibû.
Piştî koça dawî ya Sekreterê Pêşverû Ebdulhemîd Derwîş (24ê Cotmeha 2019an), partî tûşî qeyraneke navxweyî bibû û ji ber nakokiyan kongreya wan çend caran hatibû paşxistin.
Di encama van nakokiyan de, ev partî di dawiya sala 2023an de bû du bask û du kongreyên cuda lidar xistin:
- Yekem: Di 20ê Cotmeha 2023an de, Selah Derwîş (birayê Hemîdê Hecî Derwîş) kongreyek lidar xist û tê de wekî sekreterê partiyê hatibû hilbijartin.
- Duyem: Di 13ê Berçileya 2023an de jî, kongreyeke din bi navê heman partiyê li bajarê Amûdê hat lidarxistin û tê de Ehmed Berekat wekî sekreter hatibû hilbijartin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin