Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê :Em daxwazê ji hemû xelk û aliyên siyasî yên demokrat û azadîxwaz dikin ku yekrêz û yekgirtî li dijî rejîma mirovkuj a Îranê rawestin

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê :Em daxwazê ji hemû xelk û aliyên siyasî yên demokrat û azadîxwaz dikin ku yekrêz û yekgirtî li dijî rejîma mirovkuj a Îranê rawestin

.

A+A-

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê: Em daxwazê ji hemû xelk û aliyên siyasî yên demokrat û azadîxwaz dikin ku yekrêz û yekgirtî li dijî rejîma mirovkuj a Îranê rawestin.

Xelkê xebatkar û mafxwaz ê Kurdistanê!

Gelên azadîxwaz ên Îranê!

Kom û civakên mirovdost ên navneteweyî!

Piştî derbasbûna çend rojan di ser destpêkirina nerazîbûnên xelkê bêzarbûyî yê Îranê li hemberî rewşa nebaş a jiyanê û zilm û dîktatoriya zal a li ser welat, tevî serkut û gefên rejîmê, her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin û bajar û deverên zêdetir tevlî vê tevgerê dibin.

Ev xwepêşandanên ku di destpêkê de zêdetir xwedî aliyekî aborî bûn, bi derbasbûna demê re, roj bi roj zêdetir bûn çalakiyeke girseyî ji bo derbirîna daxwazên siyasî yên xelkê û bilindkirina dirûşman ji bo mafên wan ên demokratîk û mirovî, lê wek ku dihat çaverêkirin, rastî reftara hovane ya rejîmê û damûdezgehên serkutê hatin. Ji ber vê yekê, di encama hatina meydanê ya wêrekane ya xelkê û serkutkirina wan ji aliyê hêzên dijîgelî yên rejîmê ve, heta niha bi dehan kes ji xelkê bêtawan li bajar û deverên curbicur ên parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Luristan, Hemedan û deverên din ên Îranê hatine kuştin û birîndar bûne, herwiha bi sedan kes jî ji aliyê hêzên tepeserker ên rejîmê ve hatine revandin û bo îşkencexaneyan hatine veguhastin.

Di mînaka herî dawî ya wan tawanên rejîmê de, îro Şemî 13ê Befranbarê di nerazîbûnên devera Melekşahî ya parêzgeha Îlamê de, çendîn kes ji xelkê azadîxwaz ê deverê ji aliyê kirêgirtiyên rejîmê ve hatine kuştin û birîndar bûne. Ligel vê yekê hejmara birîndarên bajarê Melekşahî yekcar zêde ye û birîndar di ciyên neştergeriyê de rastî kêmîya xwîn û bijîşkan hatine. Lewma xelkê wê deverê daxwaza bihawarveçûna lezgîn û gihandina alîkariyê ji bo dabînkirina bijîşk û xwînê ji bo birîndaran dikin. Di heman demê de heta dema amadekirina vê daxuyaniyê, dever di rewşeke pir aloz de ye, pevçûn û teqekirina hêzên serkutker ên rejîmê li xelkê mafxwaz ê Melekşahî didome, amara kuştiyan di bilindbûnê de ye û birînên bi dehan birîndarên vê karesatê jî pir kûr in û jiyana wan di metirsiyê de ye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevî şermezarkirina tawan û komkujiya Komara Îslamî li dijî xelkê mafxwaz ê welatê me, nerazîbûn û xebata ji bo guhertina vê rewşê wek mafê rewa yê neteweya xwe dizanin û daxwazê ji hemû xelk û aliyên siyasî yên demokrat û azadîxwaz dikin ku yekrêz û yekgirtî rûbirûyê wêranî û serkutên rejîma mirovkuj a Îranê rawestin û piştîvanê xebata ji bo çokdanîna rejîmê û bidawîanîna li setem û dîktatoriya zal a bi ser welatê me de bin. Di heman demê de serxweşiyê li malbatên serbilind ên şehîdên vê karwana mafxwaziyê dikin û em piştrast in ku xwîna xortên vî nîştimanî bi heder naçe û azadî û rizgariyê ji bo neteweya wan diyarî tîne.

Herwiha em daxwazê ji kom û civakên mirovdost ên navneteweyî dikin ku bi hemû awayî ji bo gihandina alîkariyê bi xelk û tevgera azadîxwaz a neteweyên Îranê gavên pêwîst û lezgîn bavêjin û pêşiya komkujiya xelkê ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve bigirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Desteya Kargêrî

13/10/1404 a Rojî

03/01/2026 a Zayînî

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin