Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) di 3yemîn kongreya xwe ya asayî de navê xwe guhert û kir Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) di 3yemîn kongreya xwe ya asayî de navê xwe guhert û kir Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

.

A+A-

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), di roja 17ê Îlona 2023yê de li Enqereyê 3yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Kongreya Asayî ya PAKê, di bin çavdêrîya fermî ya Lijneya Hilbijartinê ya Çankayayê (Çankaya Seçim Kurulu) pêk hat.

PAK û TDK-TEVGERê di rojên 9 û 10ê îlona 2023yê de, li Amedê kongreya xwe ya yekitîyê li dar xistibûn û di roja 10ê îlonê de bi biryara delegeyên kongreyê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ava kiribûn.

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) di 3yemîn kongreya xwe ya asayî de navê xwe guhert, kir Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK).

3yemîn Kongreya Asayî ya PAKê, herweha bû yekemîn kongreya yasayî ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK).

Kongreyê bi axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba destpê kir.

Ji bo Serokê Dîwana Kongreyê Mehmet Gul, ji bo endamtîya Dîwana Kongreyê Nezîhe Karahan û Hanîfî Tûran hatin pêşniyarkirin.

Dîwan bi yekdengî hate pejirandin.

Serokê Dîwana Kongreyê Mehmet Gul, di derbarê girîngîya kongreyê da axaftinek kir û ji bo şehîd û pakrewanên Kurdistanê deqîqeyekê rêz hate girtin.

Serokê Giştî yê partîyê Mustafa Ozçelîk, rêvebirên partiyê Mehmet Can Azbay û Merd Baran Boskan di derbarê rola dîrokî ya damezrandina Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) da axivîn.

Kongre bi xwendin û pesindkirina raporan û bi qebûlkirina guhertina nav, logo, bername û destûra PAKê dewam kir.

Bi yek dengî logo, bername, û destûra nû ji alîyê delegeyên kongreyê ve hate qebûl kirin.

Navê partîyê bi yekdengî wek Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) hate guhertin.

Paşê, ji bo Serokê Giştî, Meclîsa Partîyê û Lijneya Dîsîplînê hilbijartin hatin kirin.

Mustafa Ozçelîk bi yekdengî wek Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) hate hilbijartin.

Meclîsa Partîyê û Lijneya Dîsîplînê bi yekdengî hatin hilbijartin.

Kongre bi pêşniyar û temenîyên delegeyan bi dawî hat.

Lijneya Hilbijartinê ya Çankayayê (Çankaya Seçim Kurulu) dê roja 18.09.2023yê hemû belge û dokumentên kongreyê teslîmî Yargitayê (Serdozgerê Mehkemeya Bilind) bike. Yargitay dê dûre di derbarê kongreyê de fikir û helwesta xwe aşkere bike.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li gelê me pîroz be!

17 îlonê 2023

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

1-380.jpg2-431.jpg3-396.jpg4-312.jpg5-236.jpg6-180.jpg7-135.jpg8-105.jpg10-069.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin