Parsa Qobadî yek ji serhildêrê şoreşa Jînayê ronahiya her du çavên xwe ji dest dan

Parsa Qobadî yek ji serhildêrê şoreşa Jînayê ronahiya her du çavên xwe ji dest dan

.

A+A-

Parsa Qobadî yek serhildêrên şoreşa Jînayê yê xelk bajarê Kamêranê û rûştiyê bajarê Kirmaşanê, bi sebeba gulereşandina hêzên serkutker yên rejîmê birîndar bibû, ronahiya her du çavên xwe ji dest da.

Şeva rikeberiya lîstika topa pê ya di navbera tîma Îran û Birîtaniyayê de ku xelkê nerazî rijiyanbûn ser şeqaman, Parsa Qobadî jî di nerizayetiyên wê şevê de beşdar bû , hêzên serkutker bi kincên şexsî êrîşî ser wan kiribûn û di encama gulereşandina hêzên serkutker de Parsa birîndar dibe û dikeve destê hêzên rejîmê de.

Pêka gotina çavkanyeke haydar, hêzên rejîmê piştî lêxisitin û îşkencekirina Parsa, ava jehrkirî pê dane vexwarin û nêzî 50 guleyên saçmeyî li laşê navbirî ketbûn û du ji wan ber çavên wî kevtine.

Vê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku, hêzên serkutker yên rejîmê ji Parsa re gotibûn baştire ku tu kur bibî heta ku em te bidar vekin.

Her di vê pêwendiyê de, li destpêka meha Sermaweza sala 1401`an, bi dehan pîşizkên pisporên çavan di belavkirina nameyekê li derheq bikaranîna hêzên rejîmê ji guleyên saçimeyî û pîntbal bo serkutkirina serhildêran, ji dest çûna ronahiya çavên wan hişdarî dabûn.

Parsa Qobadî, kurê Ferhad û Perwane û xelkê gundê Şahînî yê girêdayî bajarê Kamêranê û rûniştiyê bajarê Kirmaşanê ye û jidayîk bûyî 5`ê Xezelwera sala 1383`an ye û mejûlî Dîtilînga tiromîbîlan e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin