Parlamentoya Tirkiyê endamtiya NATO ya Swêdê pejirand
.
A+A-
Parlamentoya Tirkiyeyê îro 23yê Çile roja Sêşemê ji bo dengdana ser protokola endamtiya NATO ya welatê Swêdê civiya.
Hate ragihandin ku di dengdanê endamtiya Swêdê ya NATOyê hate pejirandin û piştî Fînlandayê welatê Swêdê jî êdî bi fermî dibe endama NATOyê.
Di civata giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de, dengdan li ser protokola endamtiya Swêdê ya NATOyê de hate kirin.
Li gorî zanyariyan bi dengên AKP, MHP û CHPê yên 'belê' endamtiya Swêdê hate pejirandin. Herwiha IYIPê jî dengê nexêr da û DEM Partî jî beşdarî dengdanê nebû.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin