Parlamentoya Iraqê bo cara yekê bernameya rûniştina xwe bi zimanê Kurdî belav kir

Parlamentoya Iraqê bo cara yekê bernameya rûniştina xwe bi zimanê Kurdî belav kir

.

A+A-

Parlamentoya Iraqê ji bo cara yekê biryar da ku, bernameya rûniştina xwe bi zimanê Kurdî belav bike. Ev biryar di demekê de ye ku, ji piştî damezrandina parlamentoyê li sala 2005ê ve, her çend Kurdî li gorî destûrê zimanê duyê yê fermî yê Iraqê be jî, bername tenê bi zimanê Erebî dihatin belav kirin.

Di vê çarçoveyê de, Nivîsîngeha Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê ji bo cara yekê bernameya rûniştina xwe ya bê bi zimanê Kurdî belav kir. Çavkaniyan jî ragihand: Parlamentoyê biryar daye ku êdî bi rengekê kiryarkî bernameyên rûniştinên xwe bi zimanê Kurdî belav bike.

Di derheqa naveroka rûniştina bê de jî, Nivîsîngeha Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê amaje da; Ew rûniştin dê saet 11:00 ê roja Duşemê ya bê bê lidarxistin.

Bendên wê bernameyê ev in;

1. Sondxwarina çend endamên nû yên parlamentoyê.

2. Dengdana li ser avakirina komîteyên herdemî yên parlamentoyê.

Tevî bendemanê jî, tu xaleka girêdayî hilbijartina Serokkomarê Iraqê di bernameya roja Duşemê de nîne û heta niha jî ew pirs hilawîstî maye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin