Parlamentoya Almanyayê dema mayîna hêzên Alman yên li Kurdistanê dirêj kir

Parlamentoya Almanyayê dema mayîna hêzên Alman yên li Kurdistanê dirêj kir

.

A+A-

Parlamentoya Almanyayê dema mayîna hêzên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê dirêj kir.

Parlamentoya Almanyayê biryar da ku dema mayîna hêzên xwe yên rahênanê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê heta 30yê Cotmeha 2022yan bimînin.

Di dengdana projebiryara Parlamentoya Federal a Almanyayê de, ji 666 parlamenteran, 555 parlamenteran dengê `belê` û 110 parlamenteran jî dengê `na` dan dirêjkirina dema mayîna hêzên Alman li Iraq û Kurdistanê.

Hêjayî gotinê ye, li Herêma Kurdistanê 150 şêwirmend û leşkerên Almanyayê hene û erka wan rahênan û perwerdeya hêzên Pêşmerge ye.

Herwiha li Iraqê jî 350 şêwirmend û leşkerên Almanî hene ku hêzên iraqî perwerde dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin