Parlamenteriya Can Atalay hat betalkirin

Parlamenteriya Can Atalay hat betalkirin

.

A+A-

Biryara ku 3emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind derbarê parlamenterê TÎPê yê Hatayê Can Atalayî de dabû hat xwendin û parlamenteriya Atalay hat betalkirin.

Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn du caran biryar dabû ku mafê Atalay hatiye binpêkirin û nehat berdan, biryara ku 3emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind a derbarê  Parlamenterê Hatayê yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalayî de dabû li Lijneya Giştî a Meclîsê hat xwendin.

Biryara derbarê Atalayî de Alîkarê Serokê Koma AKPê Bekîr Bozdag xwend. Piştî ku biryar hat xwendin parlamenteriyê Atalay hat betalkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin