Parlamenterekî Kurdistanê: Çeteyên li gel Tirkiyê darên Kurdistanê dibirin

Parlamenterekî Kurdistanê: Çeteyên li gel Tirkiyê darên Kurdistanê dibirin

.

A+A-

Li gor dîmenên gihiştine destê Rûdawê, hêzên Tirkiyê li herêmên sînorî careke din dest bi birîna daristanên Başûrê Kurdistanê kirine. Serokê Komîteya Karûbarên Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê jî dibêje, “Çeteyên li gel Tirkiyê darên Kurdistanê dibirin. Tirkiye dixwaze heta Zinarê Kêste daran bibire.”

Serokê Lijneya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê Rêving Hirûrî ku ew bi xwe jî xelkê gundê Hirûr e, ji Rûdawê re ragihand, duh hejmareke wêne gihiştin destê me ku ji sedî 100 piştrastkirî ne û di wêneyan de diyar dibe ku Tirkiyê careke din deverên Derarê û Dara Bilind ên li herêma Hirûrê ya ser bi Kanî Masê ve, dest bi birîna daristanên Başûrê Kurdistanê kiriye.

Rêving Hirûrî ragihand ku aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bûyerê hatine agahdarkirin û got, plan ew e ku birîna daran heta Zinarê Kêste berdewam be. Hirûrî diyar jî kir, hêzên Tirkiyê daristanên li nêzikî rêyên ku wan çêkirine dibirin.

Rêvîng Hirûrî dibêje dîmenên nû yên “darbirina ji aliyê kompanî û çeteyên li gel Tirkiyê ve” bi destê wan ketine û got ku li gorî zanyariyên berdestê wan Tirkiye dixwaze heta Zinarê Kêste daran bibire.

Hirûrî herwiha eşkere kir ku ev heyama hefteyekê ye bi taybet li devera gundê Hirûrî, Berwarî û Zinarê Kêstê bilez daran dibirin û ew weke berpirsiyar jî Tirkiyê dibînin.

Hirûrî herwiha tekez kir ku darên têne birin derbasî Tirkiyê dikin û wan tevahiya aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji rewşê agahdar kirine da ku rê li ber bê girtin.

Artêşa Tirkiyê ji Nîsana 2021an ve bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê operasyoneke berfireh bo ser herêma Zinarê Kêste ya li Kanî Masê daye destpêkirin û heta niha jî berdewam e.

Heta niha hêzên Tirkiyê 12 xalên stratejîk li wê herêmê danîne û jibilî wan xalan, rêyan jî li herêmê bo mebestên leşkerî çêdike.

Piştî destpêkirina operasyon û êrişa Tirkiyê, dîmen belav bûbûn ku daristanên Başûrê Kurdistanê tên birîn û bi rêya kompanyayên taybet ve ew dar bo Tirkiyê tên veguhestin.

Rûdaw

 

Birîna daristanên herêmên sînorî li Başûrê Kurdistanê jî bûbû cihê nerazîbûnê û Parêzgar Duhokê ji bo lêkolînkirina bûyerê lijneyek ava kiribû.

Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê Fehîm Ebdullah jî roja 29ê Gulana îsal ji Radyoya Rûdawê re ragihandibû, ev çend sal in li herêmên Derkar, Sindî û Gulya diyardeya darbirînê heye û got, Tirkiyê li gel kompanyayên taybet rêkeftin pêk anîne û bi nûtirîn amûran darên Başûrê Kurdistanê dibire. Fehîm Ebdullah tekez kiribû ku hêzên Tirkiyê ziyaneke mezin gihandine daristanên Başûrê Kurdistanê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKê ye, roja 28ê Gulana îsal ragihandibû, Tirkiye “tevî êrişa dagirker a bo ser axa Kurdistanê, destbi şewitandina daristanan kiriye û daran dibire , taybetî jî vê dawiyê li Metîna, Zap, Avaşîn û navçeyên din. Tirkiye li dijî gelê Kurd tawanan encam dide û bi talankirina sirûşta Kurdistanê jî tawanên mezin dike.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin