Parêzgehên Bedlîs, Qers, Dêrsim, Hakkarî, Mûş, Adana, Sêrt û Batmanê jî çalakiyan qedexe kirin

Parêzgehên Bedlîs, Qers, Dêrsim, Hakkarî, Mûş, Adana, Sêrt û Batmanê jî çalakiyan qedexe kirin

.

A+A-

Piştî dosya Kobaniyê bi dawî bû û cezayên giran dan Selahattin Demirtaş, Ahmet Türk û Figen Demirdağê, parêzgehên Kurdistanê weka ji navenda Ankara biryar dabin, li bajarên Amedê, Mêrdîn, Bedlîs, Qers, Dêrsim, Hakkarî, Mûş, Adana, Sêrt û Batmanê çalakiyan qedexe kirin.

Dibe nav li van bajaran zêde bibin û hindik maye li temamê bajarên Kurdistanê qedexeya çalakiyan ragihînin. Dewlet ditirse ku xelk rabe piya û xwepêşandanan li hemberê dewletê û darazê bike.

Li bajarên navborî temamê çalakiyan hatin qedexekirin û her çalakîkî bê kirin, divê îzna çalakiyê ji parêzgehê û hêzên asayîşa bajaran bigrin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin