Parêzgariya Sêwazê çûnûhatina Erzinganê 7 rojan qedexe kir

Parêzgariya Sêwazê çûnûhatina Erzinganê 7 rojan qedexe kir

.

A+A-

 Parêzgariya Sêwazê ragihand ku çûnûhatina parêzgeha Erzinganê  7 rojan hatiye qedexekirin û hinceta biryarê jî metirsiya beşdarbûna “çalakiyên dijî yasayê” ne.

Parêzgariya Sêwazê derbarê karesata kana zêr a li Erzinganê îro biryara qedexeya çûnûhatinê ragihand.

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê metirsî heye ku bi armanca beşdarbûna çalakiyên dijî yasayê hinek kes biçin cihê bûyera herîfîna kana zêr a li navçeya Îlîça Erzinganê û ev biryar jî ji ber vê sedemê dane.

Di daxuyaniyê de tê gotin:

“Girêdayî bûyera 13ê Sibata 2024an ku li navçeya Îlîçê ya Erzinganê ax herîfî bû, dibe ku hinek kes bi armanca beşdarbûna çalakiyên dijî yasayî biçin herêmê û ji ber vê yekê di nav sînorên parêzgeha Sêwazê heta 20ê Sibata 2024an 7 rojan çûnûhatin hatiye qedexekirin.”

Li navçeya Îlîçê ser bi parêzgeha Erzinganê roja sêşemê demjimêr 14:28an kana zêr a li navçeyê herifî û 9 karker di bin de mane.

Heta niha kar û xebata rizgarkirina karkeran berdewam e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin