
Parêzgarên Herêma Kurdistanê bi Pizîşkiyan re civiyan
.
Her çar parêzgarên parêzgehên Herêma Kurdistanê li Tehrana payxtexta Îranê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pezîşkîyan re civiyan.
Parêzgarên Sine, Urmiye û Kirmaşanê jî di civînê de amade bûn. Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasihê got, “Civîn gelekî gelekî baş bû."
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî diyar kir ku Mesûd Pizîşkîyan piştgiriya xwe ji bo peymanên di navbera wan de ducare kir.
"Civîn gelekî erênî bû"
Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasihê derbarê civînê de ji Rûdawê re got:
“Civîn gelekî gelekî baş bû û civînê du saetan dewam kir.
"Min bîrnameyeke taybet pêşkêşî Cenabê Serokkomarê Îranê kir ku min behsa vekirina deriyê sînorî yê Sazan û zarokên winda û birîndarên çekên kîmyayî kir.
Ev jî ji bilî wan bîrnameyên ku di 2 rojên borî de me îmze kirin.
Serokkomarê Îranê gelekî kêfxweş bû, gelekî piştgir û alîkar bû.
Ew xanima ku Berdevka Hikûmeta Îranê (Fatma Muhaciranî) ye ji me re got, ‘Bi her awayî em dê alîkariya we bikin.’
Gelekî kêfxweş bûn ku ez jî wek jinekê li wir bûm û min nûnertiya Helebceyê dikir.’’
Mesûd Pizîşkîyan li Koşka Komariyê bi Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter, Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir û Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasihê re civiya.
Parêzgarê Sine Areş Lihonî û Parêzgarê Urmiyê Reza Rehmanî, Parêzgarê Kirmaşanê Menuçehr Hebîbî Konsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî jî di tevlî civînê bûn.
Umêd Xoşnaw, derbarê civînê de got,”Pizîşkîyan kêfxweşiya xwe bi asta têkiliyen baş ên di navbera parêzgehên cînar ên Îran û Herêma Kurdistanê nîşan da.
Piştgiriya xwe ji bo rêkeftinên di navbera wan de ducare kir."
Her çar parêzgarên Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî roja sêşemê çûbûn parêzgeha Sine yê Rojhilatê Kurdistanê.
Heyeta Herêma Kurdistanê li Balafirgeha Sineyê, ji aliyê Parêzgarê Sineyê Areş Lehûnî û çend berpirsên Wezareta Karên Derve ya Îranê ve hatibû pêşwazîkirin.
Heyet li ser vexwendina Parêzgarê Sineyê Areş Lehûnî çûbû Rojhilatê Kurdistanê bi parêzgarên Sine, Umriye û Kirmaşanê re çend peyman îmze kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin