Amerîka: Em rewşa Hisîçayê ji nêzîk ve dişopînin

Amerîka: Em rewşa Hisîçayê ji nêzîk ve dişopînin

Berpirsê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê her wiha ji hikûmeta Sûriyeyê ku serkirdeyên Kurd jî di nav de ne xwest ku "pêbendî sozên xwe be."

A+A-

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re dilgiraniya xwe ya li ser rewşa ewlehiyê ya Rojavayê Kurdistanê anî zimên û ragihand ku Washington ji nêzîk ve bipêşveçûn û raporên têkildarî nearamiya li Hisîçayê dişopîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê îro bersiv da pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde û got:

"Em bangî hemû aliyan dikin ku xwe ragirin, tundî û handana tundiyê red bikin û divê hemû cudahî û nakokî bi rêya diyaloga aştiyane werin çareserkirin."

Mafên Kurdan û pêkhateyên din

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser paşeroja siyasî ya Sûriyeyê û mafên pêkhateyan diyar kir:

"Washington piştgiriyê dide Sûriyeyeke yekgirtî û xwedî serwerî ku tê de gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ji mafê welatîbûna wekhev û ewlehiyê sûdê wergirin.

Di heman demê de divê Kurd û tevahiya pêkhateyan di desthilat û birêvebiriya welêt de xwedî beşdariyeke rasteqîn û bibandor bin."

Wî berpirsê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê her wiha ji hikûmeta Sûriyeyê ku serkirdeyên Kurd jî di nav de ne xwest ku "pêbendî sozên xwe be."

Wî berpirsî her wiha ji desthilatdarên herêmî jî xwest ku bi awayekî pratîk bersiva dilgiraniyên rewa bidin û ji bo avakirina baweriyê gavên pêwîst biavêjin.

https://x.com/RudawKurdi/status/2108524318304973042

Li Hisîçayê çi qewimîbû?

Doh piştî nimêja înê şêniyên Ereb ên taxa Til Hecerê ya bajarê Hisîçayê dest bi xwenîşandanê kiribû.

Wan bi bilindkirina alaya Sûriyeyê xwest ku desthilata hikûmeta Sûriyeyê li herêmê bi temamî were sepandin.

Lê zêde neçû ku alozî derket û hewl hat dayîn ku xwenîşander herin nav taxên Kurdan lê hêzên ewlehiyê rê neda wan.

Aloziyên şeva pêncşemê

Şeva pêncşemê bajarê Hisîçayê piştî ku ciwanên Kurd li çend qadên bajêr kom bûbûn rûbirûyî alozî û aloziyeke tund bûbû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo belavkirina ciwanan gule berdabûn hewayê.

Berpirsê Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand ku çend welatiyên Kurd li derdora Qada Hemameyê birîndar bûne.

Ramî Ebdulrehman her wiha da zanîn ku ji ber gulebarana berdewam zerereke zêde gihîştiye mal û milkên xelkê sivîl.

Ev alozî piştî wê yekê derketin ku li taxa Muftî xwenîşandanek ji bo xwestina mafan hatibû kirin lê di navbera xwenîşanderan û hêzên ewlehiyê de pevçûn derketibû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin