Parêzerê gelê xwe - Şerafettin Kaya - Nuri Aldur*

Parêzerê gelê xwe - Şerafettin Kaya - Nuri Aldur*

.

A+A-

Nuri Aldur

Eger ez ne șașbim, pirtûka ”Diyarbakir´da ișkence” ya welatparêz û demokratê kurd Șerafettin Kaya, yekem pirtûkbû ku piștî  înqîlaba 12 ê êlûnê di sala 1980 î de (li ser wahșeta girtîgeha Dîyarbekrê) hat nivîsandin, derbasî ser kaxezê bû û mîna dokûmenteke hêja keta nav edebîyata sîyasî(lê sosyolojîk û psîkolojîk jî) yan kurd û Kurdistande.

Wek rêz û silavek/bîranînek bo gorbihișt, parezgerême hemî kurdan, Șerafettin Kaya ez pêșgotina pirtûka wî(Diyarbakir´da ișkence) ji zimanê tirkî verdigerênime zimanê kurdî. Ev çil sal ser vê dokûmentêre derbasûyîye, lê ez wa texmîndikim ku piranîyameyî kurdên bakur wê di vên bawerîyêdebin ku ji sedî 98/99 ên naveroka pirtûkê îrojî  rastîya jîyana me kurdana  - belkî ew îșkenca fizîkî kolektîvî nemabê, lê her li ser șexsan û grûban berdewame.

Fermo em tevde pêșgotina pirtûkê, ku cara yekeme, ku emê bikarin bi kurdî/kurmancî bixwênin:

”PÊȘGOTIN
EWIN KU BI HEZAR SALAN BELA SERÊNMENE
SIXÊFÊN LI PÊ ÇAVÊNME     
Û KELEMÇEYÊN QALININ       
DI DESTÊN ME YÎ HÛNERÎDE

Ji 12 êlûnê û virde li Tirkîyê resmekî wahșetê heye.Li ber çavên dinyayê ev resmê wahșetê her berdewama û ev rewș ku îfade xwe di îqtîdara konseya leșkerî bilindde dibînê, bi awakî zanistî, sîstematîk û bê hidûd têt berdewamkirin.                                                             

Li ser teorîya problema esas, bax û pêwendîyên wê, hedefên ku ber bi îmhayêvene û șiklên ku di jîyanêde xwe nîșandidin wê hê dirêjtir bêt nivîsandin û evê ne babeta vê nivîsêbê. Di vê nivîsêde wê xwendevan beșekî/resmekî wahșeta li Tirkîyê piștî 12 ê êlûnê ku ketîye jîyana rojanede bibînin. Tenê beșekî biçûk yên jê, lê di ûmûmîyetêde rewș hîç ne cûdatire. Tam zitêwê rewș hê wahîmtire, hê xedartir û bi xwîntire.

Nivîskarê vê berhemê niha li derveyî Tirkîyêye.General ji parêzgerîtîya wî di tirsihan. Mafê wî yên parêzgerîtîyê jê standin, hat cezakirin û li gor qanûnan hew karîbû parêzgerîyê bikê. Ew niha planên generalan ku bi dûr û dirêj di girtîgehande tên tedbîqkirin bo raya dinyayê îzahdikê. Merov karê bêjê ku ew parêzerîya girtîyan her berdewamdike. Wî di dema nêzîkî 8 mehên ku di girtîgeha Dîyarbekrêdebu, tiștên ku bi çav ê xwe dîtin û bêyî ku lê zêdebike bi awakî rastî îzahdike. Ew di derheqê genaralên ku qala demokrasîyê, mafê merovan, dewleta hûqûqî dikinde û rastîyên ku  ewan di pișt perdande di veșêrin, qașo dadgehîya serbixwe lê ne serbixweye, înkarkirina îșkencê, lê di rastîyêde ku bûyîye qaîda û qûral, zilm û xedartîya li ser girtîyan, lê berxwedan û piștgirtinê jî, șiklên nefret û antî-kurdbûna dewleta tirk ku bi her awayî têt tedbîqkirin dibêjê û îzahdike. Tiștekîdin ku merov li vir lê zêde bike nîne. Lê netîceyên ku em karin ji vir derbixin gelekin. Di serîde divêt bi awakî zelal li rewșa meselên bêt meyîzandin – ne ku bêhêvîtîyê bidême, lê bere bi înat û qahrbe. Divêt qahreke/kîneke bi awakî zanyarî, organîzeke bi disiplînîbe. Wekîdin di vê îqtîdara generalan ya xedar ku burjuwazîya tirk  jî  xwe jê hesabdike, divêt ev serdestîya wan ya dawî û bi zilm li gel tekoșîna tebeqanî kî ne zelale, bi berpirsîyarî û wazîfên gran bêt dîtin. Divêt bêt zanîn ku her metodên oportûnîst- û alîyên reformîstî ku xwe tevlî haraketê dikin wê nikaribin netîcan bigrin û evan xeletîyan jî li hember vê wahșetê wê mîna astenganbin.

Em hêvîdarin ku haraketên sîyasî bi zanyarîya wezîfe- û berpirsîyarîya xwe, di kar û xebatêde dereng nemînin.

O.K. ” (1)

Nivîskar di vê dokûmentêde navên gelek însanênme(demokrat, welatperwer, șoreșgerên kurd) bi xweșî û mêranî tênê zimên. Bi sedan nav hene ku divê dokumentêde cihê xwe yî zêrîn girtine. Wê zahmetbê ku ez hemû navan li vir binavbikim, lê bașa ku ez navên çend kesan li vir bêjim: Nurettin Yilmaz, Mustafa Kilic, Celal Paydaș, Ahmet Türk, Hayri Durmuș, Kemal pir, Pașa Uzun, Rușen Aslan, Selim Çürükkaya, Mumtaz Kotan, Mehdi Zana û gelek kesêndin.

Ezê bi çend gotinên gorbihișt vê nivîsê bi dawî bênim û sersaxîyê ji  malbat, heval, dost û gelê nivîskar, parêzger û qahraman Șerafettin Kaya ´re bixwazim û hêvî dikim:

”…Ji  xwe av vexwarin, çûna tûwaletê qedexebû û guhertina șiklê rûniștinêjî qedexebû û mûsade nedidan ku em wek bixwazin rûnin. Weke gelek hevalan mijî bin xwe șilkiribû. Û cezayê vê jî li girtîgehê bi lêdanê mi kișand.” (2)

”…Biryar hatibû dain. Șoreșger, demokrat û welatparêzên doza neteweyî Kurdistan divêt nejîn. Nîyeta wan nebû ku ew kesên ku ewan girtine sax bihêlin. Bo wilo jî her roj zilma xwe yî fizîkî  û pisîkî     ( anjî bi gotina nivîskar; madî û manewî) her zêdetirdikirin.” (3)  

Nuri Aldur

Çavkanî:

  1. rûpelén 1 - 2
  2.  rûpel 173
  3. rûpel  150 

Pirtuk 190 rûpele/Halk yayinlari, kûjan salê çap bûyîye ne dîyara – lê eger ez ne șașbim di sala 1982 an de ketîye destêmin û ev têt wateya ku ”Diyarbakir´da ișkence” di sala 1982 an de anjî gelo di 1981 an çap bûbê.

 

 

                                                    

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin