
Paraşûtvanê Kurd li esmanan bang li welatiyan kir: Dersa Kurdî hilbijêrin
.
Paraşûtvanê Kurd û Serokê Komeleya Firokevanî ya Sportîf a Bakur a Dêrikê û Tarik Ayebe li esmanan bang li welatiyan kir ku waneya bijarte ya Kurdî hilbijêrin.
Li Mêrdînê paraşûtvanê kurd Tarik Ayebe vê carê ji bo ku balê bikişîne ser hilbijartina dersa kurdî ya hilbijare firiya. Paraşûtvanê kurd li hewayê got; bila zarokên kurdan li dibistanan waneya kurmancî û zazakî hilbijêrin û li çand û zimanê xwe xwedî derkevin.
Xebatên piştgiriya waneya kurdî li erd û ezmanan berdewam dike. Paraşûtvanê kurd Tarik Ayebe ji ser Girê Erge Baba yê navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê bi paraşûta xwe firiya û banga xwedîlêderketina hilbijartina dersa kurdî ya hilbijare kir.
Tarik Ayebe diyar kir: “Em niha li ser asîmanên Dêrikê difirin. Dersa kurmancî û zazakî hilbijêrin. Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ev maf daye. Kurd dikarin dersên kurmancî û zazakî hilbijêrin. Em jî ji asîmanan vê bangê dikin.”
Li gorî salên borî îsal eleqeya serîlêdan û xwedîlêderketina waneya kurdî ya hilbijare gelek berbiçavtir e berdewam dike. Ji her aliyên civakê welatî piştgiriya hilbijartina waneya kurdî dikin. Paraşûtvanê kurd Tarik Ayebe yê 48 salî jî bi vê çalakiya xwe 45 xulekan firiya û piştgiriya helmeta zimên kir. Tarik Ayebe got; mafê perwerdehiya bi kurdî mafeke rewa ye û divê welatî vî mafê xwe bikarbînin.
Ayebe destnîşan kir: “Ev mafekî rewa ye û Wezareta Perwerdehiyê ev maf naskiriye û ne qedexe ye. Hemû xortên ku di polên 5, 6, 7 û 8an de dixwînin dikarin serî li dersa hilbijare bidin. Em bang li dayîk û bav û xortan dikin ku xwedî li zimanê kurdî derkevin da ku neyê windakirin.”
Paraşûtvanê kurd dibêje; dê her piştgiriya hemû kar û xebatên pêşvebirina çand û zimanê kurdî bike. Heta 7ê Sibatê jî xwendekarên ku di polên 5, 6, 7 û 8emîn de dixwînin dikarin dersa kurdiya kurmancî û zazakî ya hilbijare bibijêrin.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin