PAK:1 Gulanê roja yekitî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê ye

PAK:1 Gulanê roja yekitî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê ye

.

A+A-

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) îro 1ê Gulanê bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran peyamek belav kir û diyar kir ku, li Kurdistanê û li Tirkîyeyê rewşa aborîya bi milyonan karker û kedkaran xerabtir kirîye û hejarî zêdetir bûye.

Peyama PAKê wiha ye:

1 Gulanê roja yekitî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê ye.

Qeyrana aborî û şerê ku li Kurdistanê berdewam e, li Kurdistanê û li Tirkîyeyê rewşa aborîya bi milyonan karker û kedkaran xerabtir kirîye, hejarî zêdetir bûye.

Karker û kedkarên Kurdistanê, ji alîyekî ve ji mafên xwe yên netewî û demokratîk bêpar in, ji alîyekî jî rû bi rûyî hejarî, bêkarîyê ne, rû bi rûyî şerden gelek xerab ê aborîyê û jîyanê ne.

Jiber vê rastîyê jî, karker û kedkarên Kurdistanê, têkoşîna jibo jîyaneke birûmet û mirovane, têkoşina jibo azadî, demokrasî û wekhevîyê, divê li gel têkoşîna azadî û rizgarîya Kurdistanê bimeşînin.

PAK, bi şîara ‘’Azadî jibo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’’, jibo Kurdistaneke azad û serbixwe ya ku edaleta civakî û jîyaneke mirovane lê bicîh bibe xebat û têkoşînê dimeşîne.

Di roja yekitî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê de, em 1ê gulana karker û kedkarên Kurdistanê û yên cîhanê pîroz dikin.

1ê Gulana 2023yê

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

1-359.jpg2-412.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin