PAK, TDK-TEVGER:  Em jenosîda Şingalê ya ku li ser Kurdên Êzidî ji bîr nakin, em qesasan rûreş dikin!

PAK, TDK-TEVGER: Em jenosîda Şingalê ya ku li ser Kurdên Êzidî ji bîr nakin, em qesasan rûreş dikin!

.

A+A-

Îro nehemîn salvegera êrîşa DAIŞ a hov û terorîst a li ser Şingalê û derdora wê û komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê vê rêxistinê ve ye.

Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh bir ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êsîr kirin.

Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî mecbûr man cîh û warê xwe bihêlin û terk bikin.

Birîna jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne, birîneke kûr e û ya hemû Kurd û Kurdistanîyan e.

Heta nuha jî gelek keç û jinên Kurdên Êzidî di destê DAIŞ a hov de ne û wendayî ne.

Heta nuha jî piranîya gelê me yê ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.

Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê divê ji bo pêçana birîna xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bernameyeke taybetî deynin ber xwe û bi cîh bînin.

Em bangî Netewên Yekgirtî dikin da ku jenosîda Kurdên Êzidî bi fermî ji alîyê Netewên Yekgirtî bê qebûl kirin dikin.

Di nehemîn salvegera jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de, em DAIŞê û hemû piştgirên wan careke din rûreş dikin.

Em di nehemîn salvegera jenosîda Şingalê de, hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bi bîr tînin; em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî ne.

03.08.2023

Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê(TDK-TEVGER)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin