PAK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin jî

PAK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin jî

.

A+A-

"Piştî ku Mele Mustafa Barzanîyê nemir di sala 1958ê de ji Dewleta Yekitîya Sowyetê vegerîya Kurdistanê, soreşa Başûrê Kurdistanê ji nû ve vejîya û pêla neteweyî, niştimanî careke din geş bû.

Ev pêşkevtina li Başûrê Kurdistanê, tesîreke mezin li Bakurê Kurdistanê jî kir. Piştî qetlîama Dêrsimê, tevgera neteweyî ya Bakurê Kurdistanê şikesteke mezin xwaribû.Lê vegera Mele Mustafa Barzanîyê nemir û geşedana şoreşa Başûrê Kurdistanê, ew ewrên reş yên li ser Bakurê Kurdistanê jî belav kir, hest û bîr û bawerîyên neetweyî, niştimanî ji nû ve li Bakurê Kurdistanê vejîya.

Ev li xwe vegera neteweyî ya li Bakurê Kurdistanê, tirs û xofeke mezin xist dilê Dewleta Tirkîyeyê.Dewleta Tirkîyeyê bi desteser kirin,tehdîd û girtinan xwest gelek kesayetên Kurd ên ji beşên cuda cuda ê civatê çavtirsandî bike, ceza bike.

Li ser biryara Serokwezîr Adnan Menderes, Dozgerîya Leşkerî ya Enqereyê, biryar da ku 50 kesayetên Kurd bêne girtin.

Ji ber şerdên xerab ê girtîgehê, ji girtîyan Mehmet Emîn Batûyê Mardînî ku xwendevanekî unîwersîteyê bû jîyana xwe ji dest da. Piştî wefata Mehmet Emîn Batû ev doz wek ‘’Doza 49an’’, wek ‘’Bûyera 49an’’ hate pênase kirin.

49 kesayetên Kurd 5 mehan li bendê man da ku derkevin mehkemeyê. Lê di vê navberê de , roja 27ê Gulana 1960î , Artêşa Tirkîyeyê bi Kodetayekê (darbeyeke eskerî) dest danî ser desthilatê û Adnan Menderes, Celala Bayar û gelek rêvebirên Partîya Demokrat di Girava Yassiadayê de hatin hefs kirin.

Yên ku darbeya eskerî kirin, efûyeke giştî derxistin. Lê 49 kesayetên Kurd yên dihatin darizandin, nexistin ber vê efûyê.

Piştî 14 mehan, di roja 3yê Çileya Paşîn a 1961ê de doz hate vekirin.

Dewleta Tirkîyeyê bi îdîaya ku ‘’van kesan bi alîkarîya hinek dewletên biyanî xwestine Tirkîyeyê perçe bikin’’ di derheqê 49 kesayetên Kurd doz vekiribû.

Mehkemeya Leşkerî ya Stenbolê, 8 salan ajot. Di encamê de hinek kesayetan ceza xwarin, hinekan beraat kirin. Lê ji ber ku dozê zêde berdewam kir, li cîhê cezaya hefsê, ji gelek kesan re cezaya sirgûnê hate birîn.

Bûyera 49an di dîroka Kurdistanê de cîhekî xwe yê girîng heye.

Bûyera 49an, piştî qetlîama Dêrsîmê, êrîşa ewil ya berfireh ya Dewleta Tirkîyeyê bû ku li ser kurdan pêk hatibû. Bûyera 49an nîşana tirsa Dewleta Tirkîyeyê bû.

Lê vê êrîşa ku bi Bûyera 49an tê binav kirin, nikarîbû rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire.Bi eqsê wê, bû sebebê geşbûn û vejîneke nû ya doza neteweyî ya miletê Kurd.

Piranîya wan kesayetên ku di Bûyera 49an de hatibûn darizandin, paşê wek kedkar û pêşengên sîyasî, rewşenbîrî, fikrî û çandî yên doza azadîya Kurdistanê, roleke dîrokî lehîstin.

Gelê Kurdistanê Bûyera 49an ji bîr nekirîye û dê ji bîr neke jî.

Em ked û têkoşîna kesayetên Kurd yên di Bûyera 49an de hatine darizandin , wek têkoşîna xwe dibînin. Em kesayetên ku di Bûyera 49an de hatine darizandin lê koça dawî kirine bi rêzdarî bibîr tînin.

Ew kesayetên ku di ‘’Bûyera 49’an’’ de hatibûn darizandin ev in:

1-Şevket Turan, 2- Naci Kutlay, 3- Ali Karahan, 4- Koço Elbistan, 5- Yavuz Çamlıbel, 6- Mehmet Ali Dinler,7- Yusuf Kaçar , 8- Nurettin Yılmaz, 9- Ziya Şerefhanoglu, 10- Medet Serhat,11- Hasan Akkuş , 12- Örfi Akkoyunlu, 13- Selim Kılıçoğlu, 14- Şahabettin Septioğlu, 15- Said Elçi, 16- Sait Kırmızıtoprak, 17- Yaşar Kaya, 18- Faik Savaş , 19- Haydar Aksu, 20- Ziya Acar, 21- Fadıl Budak , 22- Halil Demirel , 23- Ferit Bilen , 24- Esat Cemiloğlu , 25- Mustafa Nuri Direkçigil, 26- Fevzi Avşar, 27- Necati Siyahkan ,28- Hasan Ulus, 29- Nazmi Balkaş , 30- Hüseyin Oğuz Üçok, 31-Mehmet Nazım Çiğdem,32- Fevzi Kartal, 33- Mehmet Aydemir, 34- Abdurrahman Efem Dolak,

35-Musa Anter , 36- Canip Yıldırım, 37- Emin Kotan, 38- Ökkeş Karadağ ,39. Muhsin Şavata, 40- Turgut Akın, 41- Sıtkı Elbistan,

42- Şerafettin Elçi, 43- Mustafa Ramanlı, 44- Mehmet Özer,

45- Feyzullah, 46- Cezmi Balkaş, 47- Halis Yokuş, 48- İsmet Balkaş , 49- Sait Bingöl."

17.12.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin