PAK: Hevalê me, damezranerê PAKê Xetîb Yapiştiran li Dêrikê hate veşartin

PAK: Hevalê me, damezranerê PAKê Xetîb Yapiştiran li Dêrikê hate veşartin

.

A+A-

PAK( Partîya Azadîya Kurdistanê):

Hevalê me, damezranerê PAKê Xetîb Yapiştiran li Dêrikê hate veşartin.

Cenazeyê welatperwerê Kurd, yek ji damezranêrê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê), hevalê me kek Xetîb Yapiştiran, îro( 17.11.2022) li Dêrikê hate veşartin.

Li gel rêvebir û endamên PAKê, gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd, malbata Xetîb Yapiştiran û girseyeke mezin ji gelê me yê Dêrikê beşdarî merasîma veşartina cenazeyê hevalê me Xetîb Yapiştiran bûn.

Mezelê Xetîb Yapiştiran bi Alaya Kurdistanê hate pêçan.

PAKê çelengeke gulan danî ser mezelê kek Xetîb Yapiştiran.

Piştî telqîna dînî, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, di derbarê jîyan û têkoşîn û xebata welatperwerî ya Xetîb Yapiştiran da axaftinek kir.

Mustafa Ozçelîk got "Hevalekî me yê hêja, dilsozekî doza azadîya Kurdistanê ji nava me koç kir. Em bi wefata hevalê xwe, welatperwerê Kurd kek Hatîp Yapiştiran gelekî xemgînin.

Kek Xetib îro mêvanê welatperwerên hêja Kek Şêxmûs Yapiştiran û kek Seydoş Ayebe ye, mêvanê hemû kedkar û şehîdên Kurdistanê ye.

Kek Xetîp Yapiştiran nêzîkî 50 salî, wek kedkarekî doza azadîya Kurdistanê xebat kirîye. Gelek caran rû bi rûyî îşkence û hefs û zilma Dewleta Tirkîyeyê bûye.Lê tu carî serê xwe netewandîye.

Kek Xetîb Yapiştiran damezranêrekî Partîya Azadîya Kurdistanê-PAKê bû.

Wî tu carî alaya azadî û serxwebûnê li erdê nexist.

Wê alaya ku kek Xetîb tu carî li erdê nexistîye, emê her û her li ba bidin û tu şika me jê tuneye ku , Alaya Kurdistanê dê li ser ezmanê Kurdistana azad û serbixwe li ba bide.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê sersaxîyê ji malbata kek Xetîp ra dixwazim.

Serê me hemûyan, serê gelê Kurdistanê sax be."

Rewşenbîr û sîyasetmedarê Kurd Îbrahim Guçlu jî di derbarê kesayeta Xetîb Yapiştiran da axaftinek kir û got "Nuha kek Xetîb mêvanê Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, Mele Mustafa Barzanîyê nemir e, mêvanê şehîdên Kurdistanê ye".

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê û Serokê Teşkîlata Mêrdînê Bedran Acar jî got "Ezê gotineke kek Xetîb ya ku pir jê hez dikir li vê derê bêjim:Bijî Kurd, Bijî Kurdistan, Bijî Serxwebûna Kurdistanê".

Piştî merasîma veşartina cenazeyê kek Xetîb Yapiştiran, girse derbasî cîhê tazîyeyê bû.

Tazîyeya hevalê me Xetîb Yapiştiran dê 3 rojan berdewam bike.

17.11.2022

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

9-071.jpg7-109.jpg6-150.jpg5-198.jpg4-265.jpg3-330.jpg2-357.jpg1-318.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin