PAK: Em Komkujîya Li Hewlerê ya 1ê Sibata 2004an Rûreş Dikin

PAK: Em Komkujîya Li Hewlerê ya 1ê Sibata 2004an Rûreş Dikin

.

A+A-

Di 1ê Sibata 2004an de li Hewlêrê di dema pîrozbahiya cejnê de ji aliyê Ensar El Îslamê ve êrîş pêk hat û di encama êrîşê de ji zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û 200 kesên ji wan jî brîndar bûbûn.

Roja 1ê Sibatê li Hewlêrê di encama êrîşên li ser avahiyên PDK û YNKyê de berpirsên bilind yên her du partîyan jiyana xwe ji dest dan û brîndar bûbûn.

Êrîş di dema pîrozbahîyên cejnê de hatîbûn kirin û di nav kesên şehîd ketine de endamên Polîtburoya PDKyê Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Şevket Şêx Yezdîn, Parêzgerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Serokê Yekitîya Nivîskarên Kurdistanê yê şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Amîd Nerîman û Berpirsê YNK yê Hewlêrê Şaxewan Abbad û gelek berpirsên YNKyê jiyana xwe ji dest dabûn.

Em di 19emîn salvegera komkujîya 1ê Sibatê de, qatil û piştgirên vê komkujîyê rûreş dikin, şehîdên vê êrîşê û hemû şehîdên Kurdistanê bigiramî bibîr tînin.

01.02.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

e-008.jpg

rr-001.jpg2-387.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin