PAK: Em girtina Birêz Bayram Bozyel Protesto Dikin

PAK: Em girtina Birêz Bayram Bozyel Protesto Dikin

.

A+A-

Partîya Azadiya Kurdistanê (PAK) li ser girtina Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel daxuyanîyek niviskî weşand û girtina Bayram Bozyel şermezar kir û xwest Bozyel demildest serbest bê berdan.

Daxuyaniya PAKê wiha ye:

Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Birêz Bayram Bozyel,  ji ber daxuyanîyên di derbarê Helebçeyê, Bibîranîna Şêx Seîd, daxuyanî û çalakîyên Platforma Zimanê Kurdî, hinek nivîsên Kovara Dengê û ji ber xebat û daxuyanîyên  li ser navê partîya xwe, bi biryara Mehkemeya Diyarbekirê,  roja 15.11.2021ê,  bi îthama bêbingeh a ku xwedê giravî Birêz Bayram Bozyel ‘’endamê rêxistina terorê ye’’  hatîye girtin.

Girtina  Birêz Bayram Bozyel, nîşana binpê kirina mafê azadîya fikrî û azadîya xebata rêxistinî ye, nîşana dijayetîya  mafên meşrû yên miletê kurd û gelê Kurdistanê ye.

Em girtina Birêz Bayram Bozyel protesto dikin. Birêz Bayram Bozyel divê demildest serbest bê berdan.
15.11.2021

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin