Ozgur Ozel bû Serokê Giştî yê CHPyê

Ozgur Ozel bû Serokê Giştî yê CHPyê

.

A+A-

Di 38emîn Kongreya Asayî ya CHPyê de hilbijartin ma gera duyem û Ozgur Ozel bi 812 dengan bi ser ket.

Ozel bû 8emîn Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP).

Serokê Berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu jî 536 deng bi dest xistin.

Di sedsaliya CHPyê de heta niha Mustafa Kemal Ataturk, Îsmet Înonû, Bulent Ecevît, Denîz Baykal, Hîkmet Çetîn, Altan Oymen û Kemal Kiliçdaroglu serokatiya wê partiyê kiriye.

Ozgur Ozel, Di 38emîn Kongreya Asayî ya CHPyê de bû 8emîn Serokê Giştî yê CHPyê.

Kiliçdarogluyê ku 22yê Gulana 2010an wekî Serokê Giştî yê CHPyê hat hilbijartin tam 13 sal û 166 rojan li postê xwe ma.

38emîn Kongreya Asayî ya CHPyê, doh li Enqereya paytexta Tirkiyeyê dest pê kir.

Dengdana ji bo hilbijartina serokê giştî yê CHPyê demjimêr 21:00ê dest pê kir.

Dengdan demjimêr 23:00yan bi dawî bû. Li gorî encaman, Kemal Kiliçdaroglu 664, Ozgur Ozel jî dengên 682 delegeyan bi dest xistin.

Ji ber her du berbijêran jî dengên pêwîst wernegirtin, hilbijartina ma gera duyem.

Dengdana gera duyem demjimêr 00:30î dest pê kir.

Ji bo berbijêrek bibe serokê giştî divabû ji dengên 1366 delegeyan 683 dengan bi wergire. 

Dengdana gera duyem demjimêr 02:30î bi dawî bû.

Ozgur Ozel di gera duyem de 812 deng bi dest xistin û Kemal Kiliçdaroglu jî 536 deng bi dest xistin.

Ozel bi van encaman bû 8emîn Serokê Giştî yê CHPyê.  

Ozel piştî ku bû Serokê Giştî yê CHPyê got:

“Hemû sozên ku min dane rêxistinê ez dê bi cih bînim. Em dê piştî niha serkeftinên mezin bi dest bixin. Piştî niha serkeftin ne ya kesekî ye, ya hemû partiyê ye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin