Otomobîla fermandarekî HSDê ji aliyê balafireke bêfirokvan a Tirkiyê hat armanckirin

Otomobîla fermandarekî HSDê ji aliyê balafireke bêfirokvan a Tirkiyê hat armanckirin

.

A+A-

Otomobîla fermandarekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji aliyê balafireke bêfirokvan a Tirkiyê hat armanckirin û di encamê de, 2 kes birîndar bûn.

Li gor Navenda Ragihandinê ya HSDê belav kir, balafireke bêfirokvan a Tirkiyê, do otomobîla endamê Fermandariya Giştî ya Encûmena Leşkerî ya Siryanî Orom Marokî li bajarê Til Temirê kir armanc.

HSDê eşkere kir, endamê Fermandariya Giştî ya Encûmena Leşkerî ya Siryanî Orom Marokî û kesekî din ku wergêr e birîndar bûn.

Herwiha Navenda Ragihandinê ya HSDê da zanîn, Orom Marokî bi hêzeke Rûsî re bû û ber bi wîstgeha elektirîkê ya Til Temirê ve diçû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin