Osman Baydemir ji Korbendê MEPSê: Bila Hewlêr bibe Cinêva Rojhilata Navîn

Osman Baydemir ji Korbendê MEPSê: Bila Hewlêr bibe Cinêva Rojhilata Navîn

.

A+A-

Siyasetmedarê Kurd û Parlamenterê berê yê Tirkiyeyê Osman Baydemir, li şeşemîn Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) li Dihokê, bang li Kurdan kir ku yekrêziya xwe xurt bikin û pêşniyar kir ku Hewlêr bibe navendeke nû ya dîplomasiyê ji bo çareserkirina kêşeyên herêmê.

Baydemir îro 19ê Mijdarê li Korbenda MEPSê gotarek pêşkêş kir û bi awayekî hestiyar dest pê kir û got: "Hezar car şikir ji Xwedayê dilovan re ku îro ez bûm şahidê vî dîmenî ku hesreta hemû gelê Kurd û Kurdistanê ye."

"Kefenê Sykes-Picot bi berxwedana Kobanê çiriya"

Baydemir da zanîn, êş û azara Kurdan di encama Peymana Sykes-Picot de bûye, lê tekez kir ku "ew kefen bi berxwedana Kobanê û bi canfedayiya şehîdên Kurd û Kurdistanê çiriya."

Herwiha tekez kir jî, çareseriya sereke ji bo kêşeyên Kurdan "lihevkirina navxweyî ye" û da zanîn ku ev yekrêzî ne gef e li ser ti welatekî cîran û got: "Yekrêziya navxweyî ne li dijî Enqere, Bexda, Şam û Tehranê ye. Belkî, dema aştî û aramî li Rojhilata Navîn pêk were, birayên me yên Tirk, Ereb û Faris jî dê bi me re bigihîjin demokrasî û aramiyê."

"Hewlêr ji Cinêvê nêzîktir e"

Baydemir amaje bi modelên sîstema nenavendî û federalîzmê yên cîhanê kir û diyar kir ku modela li Herêma Kurdistanê, modeleke guncayî ye û ne kêmtirî yên modelên din ên Cîhanê ne. Herwiha Baydemîr pêşniyareke girîng kir û got ku divê Hewlêr bibe paytexta dîplomasiyê ji bo çareserkirina kêşeyên herêmê û got: "Gelo Cinêv dûr e yan Hewlêr? Birayên min, Hewlêr ji Cinêvê nêzîktir e."

Herwiha hêviya xwe anî ziman ku Hewlêr bikaribe rola "pirekê di navbera Qamişlo û Enqereyê de" bilîze û bibe "Cinêva Rojhilata Navîn" ji bo diyalog û danûstandinan.

Di dawiya axaftina xwe de, Baydemir spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ji bo organîzekirina korbendê û careke din bang kir ku yekrêziya Kurdan were xurtkirin û got: "Bila ew ruhê berxwedana Kobanê bibe xala destpêkê ya dîplomasî û danûstandinan."

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin