
Osman Baydemîr: Bila Hewlêr di navbera Qamişlo û Enqereyê de bibe pirek
.
Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr got, “Hêviya min ew e ku Hewlêr bibe Cenewreya Rojhilata Navîn û bila Hewlêr di navbera Qamişlo û Enqereyê de bibe pirek.”
Osman Baydemîr di axaftina xwe ya li Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn a li Dihokê de bang kir û got, “Bila Hewlêr di navbera Qamişlo û Enqereyê de bibe pirek.”
"Dermanê êşa me yekîtî ye"
Osman Baydemîr di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya tifaqa Kurdan a ji bo aştiyê û got:
“Em îro bi êşa xwe û dermanê êşa xwe jî dizanin. Dermanê êşa me tifaq û yekîtiya navxwe ye.”
“Ew kefen çiriya”
Baydemîr bi bîr anî ku Sykes-Picotê Kurdistan parçe kiriye û anî zimên:
"Peymana Sykes-Picotê weke kefenekî li bedena me hat pêçan lê bi saya şehîdên Kurdistanê ew kefen çiriya" û anî ziman ku xebata herî pîroz, xebata aştiyê ye.
Baydemîr da zanîn ku tifaqa Kurdistanê dê bibe bingeha aştiyê û got, "Eger tifaqa Kurdan pêk were dê Tirkiye û Îran jî bigihin aramiyê."
Wî her wiha got ku "Tifaqa li Rojavayê Kurdistanê jî encameke pêvajoya li Bakurê Kurdistanê ye.”
"Modela herî nêzîk Hewlêr e"
Osman Baydemîr da zanîn ku ji bo çareseriyê, li cîhanê gelek modelên nenavendî hene û mirov dikare ji bo aştiyê sûdê ji wan wergire û got:
“Ma ew der dûr in an Hewlêr dûr e? Ji bo aramî, aştî û ewlehiyê modela herî nêzîk a Hewlêrê ye. Ma Cenevre dûr e yan Hewlêr? Hewlêr nêzîktir e.”
“Bila Hewlêr di navbera Qamişlo û Enqereyê de bibe pirek”
Baydemîr di dawiya axaftina xwe de bangî rayedarên Başûrê Kurdistanê kir û wiha got:
“Tenê ricayeke min heye, tifaqa xwe ya neteweyî xurt bikin û hikûmetê rojekê berê rojekê ava bikin. Hêviya min ew e ku Hewlêr bibe Cenevreya Rojhilata Navîn û bila Hewlêr di navbera Qamişlo û Enqereyê de bibe pirek.”
Tevahiya axaftina siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr bi vî rengî bû:
“Bi destûra we hemûyan, hezar caran şikir ji Yezdanê dilovan re, hezar caran şikir ji Xwedayê şev û rojê re ku îro ez careke din bûm şahidê vê sûretê ku hesreta hemû miletê Kurd û Kurdistanê ye.
Ez ji dil û can spasiya her kesê ku keda wî di vê xebatê de heye,dikim. Bi navê Xwedê, ji aştî, silh û aramiyê dewlemendtir ti tiştên din li ser rûyê cîhanê nîne.
Ya herî pîroz, xebata silhê ye ku ji kûrahiya dilê mirovahiyê tê. Cenabê Kek Mesrûr, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ez ji dil spasiya cenabê we dikim. Ez spasiya we ji bo mirovheziya we û ji bo vê derfetê dikim.
Her wiha ez spasiya zanîngehê, hemû akademîsyenan û hemû kes û kesayetên ku beşdarî vê konferansê bûne, dikim.
Konferans hîn jî didome lê maşallah gihîştiye armanca xwe. Vê konferansê diyalog pêk aniye û sûreteke nû ya hêviyê derxistiye holê.
Bi destûra we, ez careke din spasiya General Mezlûm û heyeta wî dikim ku ji Rojavayê Kurdistanê hatine û îro li vir amade ne.
Xwişk û Birayên min!
Ez dê pir dirêj nekim, bi kurt û kurmancî çend peyamên min hene ku ez dixwazim bigihînim we. Kula me, êşa me, derdê me yê Rojhilata Navîn çi ye? Em dizanin.
Em bi kul û derdên xwe dizanin. Peymana Sykes-Picot wekî kefen li me hat pêçandin. Lê ji Qazî Mihemed heta nemir Mistefa Barzanî, heta Şêx Seîdê Kal, heta Seyîd Riza û heta berxwedana Kobaniyê, bi saya serê şehîdên Kurd û Kurdistanê, ew kefen çirî û riziya.
Îro em dibêjin ku em bi êşa xwe dizanin lê em dermanê êşa xwe jî dizanin. Dermanê êşa me jî tifaq û yekîtiya navxwe ye. Ev tifaq ne li dijî Enqere, Bexda, Şam û Tehranê ye. Her çi qasî Peymana Sykes-Picot xwest me kefen bike û welatê me wêran kir, ew peymana înkariyê ji bo wan jî bû pranga li ling û mejiyê wan. Mixabin ew ji bi pêşketina cîhanê bêpar man.
Ji ber vê yekê, tifaqa neteweyî ya Kurd û Kurdistanê dê bibe bingeha wê azadî û aştiyê ku dê li Rojhilata Navîn pêk were. Wê demê dê birayên me yên Tirk, Ereb û Fars jî bi me re bigihîjin demokrasî, wekhevî û aramiyê.
Ji ber vê yekê, xebata tifaqa neteweyî, xebata herî mezin û girîng a aştiyê ye. Ev 21 roj in, şikir, ez li Başûrê û Rojavayê Kurdistanê me. Ez gelekî pê kêfxweş im ku li Rojavayê Kurdistanê bi pêşketineke girîng çêbûye.
Ez careke din destxweşiyê li xwişk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê dikim ji bo Konferansa 26ê Nîsanê. Mala we hezar caran ava be. Ez careke din spasiya xwe pêşkêşî cenabê Kek Mesrûr Barzanî dikim, ji ber ku ez dizanim keda wî û rola wî di vê yekê de gelekî mezin bû.
Ev tifaqa ku li Rojavayê Kurdistanê pêk hat, yek ji encamên wê pêvajoya ye ku niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dimeşe. Ev jî cihê şanazî û spasiyê ye. Bi destûra we, ez careke din spasiyên xwe ji birêz Ocalan re dişînim ku bi saya wî ev derfet careke din kete rojeva Rojhilata Navîn. Înşallah di vê pêvajoyê de şer û kuştin dê nemînin û qonaxeke nû dê vebe.
Bi destûra we xwişk û birayên min, ez dê bala we bikşînim ser xaleke din û destûrê ji we bixwazim.
Niha ji bo çareseriyê gelek mînak hene. Ez bi xwe ev 5 sal in li dîasporayê, li sirgûnê dijîm. Ez modela Skotlendayê, modela Îrlandayê û ya Walesê dizanim. Ez modela Katalonya û Welatê Baskan dizanim. Ez modela Almanyayê dizanim. Gelek modelên ku ne navendî ne ango ademî merkezî (nenavendî), dizanim.
Mirov dikare ji van hemû modelan sûdê wergire. Lê ez bala we dikşînim ser tiştekî din. Ma ew der dûr in, yan Hewlêr dûr e? Modela Hewlêrê ya herî nêzîk e. Ji bo silh, aramî û ewlehiyeke mayînde, pêwîstî bi cih û dergeheke muzakere û diyalogê heye. Gelo Cenevre dûr e yan Hewlêr dûr e? Bi raya min, Hewlêr ji Cenevreyê nêzîktir e.
Ez ji Helebceyê heta Silêmaniyê, heta Hewlêr û Dihokê careke din spasiya hemû gelê me yê Başûrê Kurdistanê û hemû partiyên siyasî dikim.
Yek rica û banga min ji we heye: Hûn tifaqa xwe ya navxweyî xurtir bikin, hûn yekitiya xwe pêk bînin û rojekê berî rojekê hikûmetê ava bikin. Ev dê bibe piştgiriya herî mezin ji bo Rojavayê Kurdistanê. Hêvî û ricaya min ew e ku Hewlêr bibe Cenevreya Rojhilata Navîn û karibe bibe pirek di navbera Qamişlo û Enqereyê de.
Ez bawer im ev tecrubeya 20 salan dikare xizmeta aştiyeke mayînde bike. Pêwîstiya me bi yek tiştî heye. Ez bûm şahidê berxwedana Kobaniyê. Pêşmerge û şervanên ji çar parçeyên Kurdistanê li wir bûn. Ez bûm şahidê kezebşewata dayîkan.
Şikir, şer bi dawî bû lê ew ruhê berxwedana Kobaniyê ruhekî dîrokî bû. Werin em wî ruhê berxwedanê veguherînin dîplomasî, muzakere û danûstandinê û bi hev re ruhê peymana 26ê Nîsanê bixin meriyetê û têxin jiyanê.
Mala we hezar caran ava be. Stara Xwedê li ser we be. Stara Xwedê li ser zar û zêçên we be. Stara Xwedê li ser Kurd û Kurdistanê be.”
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin