Operasyonên li ser 17 şaredariyên CHPyê: 13 şaredar hatin girtin

Operasyonên li ser 17 şaredariyên CHPyê: 13 şaredar hatin girtin

.

A+A-

Ji hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an û vir ve ku Partiya Gel a Komarî (CHP) wekî partiya yekem derket, li dijî 17 şaredariyên wê bi tohmetên “gendelî û wergirtina bertîlê” operasyon hatin kirin.

Di van operasyonan de, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî di nav de 13 şaredar hatin girtin.

Kronolojiya operasyonan

Operasyona yekem 30ê Çiriya Pêşîna 2024an li dijî Şaredariya Esenyurtê ya Stenbolê hat kirin û Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer bi tohmeta “endamtiya PKKyê” hat girtin û li şûna wî qeyûm danîn.

17ê Kanûna Paşîna 2025an Şaredarê Beşîktaşê yê Stenbolê Riza Akpolat û dawiya Sibatê jî Şaredarê Beykozê Alaattîn Koseler bi tohmeta “bertîl û fesadiya di îhaleyan de” hatin girtin.

Di operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de Ekrem Îmamoglu, Şaredarê Beylîkduzuyê Murat Çalik û Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan bi tohmetên “damezrandina rêxistina tawanan, wergirtina bertîlê, fesadiya di îhaleyan de û hevkariya bi rêxistina terorê re” hatin girtin.

3yê Hezîranê jî Şaredarê Gazîosmanpaşayê Hakan Bahçetepe, Şaredarê Avcilarê Utku Caner Çaykara, Şaredarê Buyukçekmeceyê Hasan Akgun, Şaredarê Ceyhanê yê Edeneyê Kadir Aydar û Şaredara Seyhanê ya Edeneyê Oya Tekîn hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê 1ê Tîrmeha 2025an Şaredarê berê yê şaredariyê Tunç Soyer bi tohmetên “fesadiya di îhaleyan de” û “sextekariyê” hat girtin.

Herî dawî roja şemiyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar, Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere, Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhîttîn Bocek û Wekîlê Şaredarê Buyukçekmeceyê Ahmet Şahîn hatin desteserkirin.

Ji van kesan, Muhîttîn Bocek doh derengiya şevê hat girtin.

Lêpirsînên derbarê şaredariyên CHPyê berdewam dikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin