Omer Şêxmûs bi Îlham Ehmedê re civiya

Omer Şêxmûs bi Îlham Ehmedê re civiya

.

A+A-

Siyasetmedarê Kurd û yek ji damezrînerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Omer Şêxmûs çû serdana Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser.

ANHAyê ragihand ku di serdanê de, Omer Şêxmûs ji aliyê şandeyeke ku Hevserokên Daîreya Pêwendiyên Derve Îlham Ehmed û Fener Kiêt, Cîgira Hevserokatiyê Gulîstan Elî, Endamê Desteya Birêvebir Xalid Îbrahîm û Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Şamê Ebdulkerîm Omer tê de bûn ve hat pêşwazîkirin.

Omer Şêxmûs di civînê de bal kişand ser ked û xebata gelê herêmê û got:

"Ev destkeftî encama keda we ya mezin e. Niha li herêmê hevsengî tên guhertin û hêviya min mezin e."

"Me xwest derî zêdetir bên vekirin"

Siyasetmedarê Kurd li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser jî axivî û wiha got:

"Me ji wan xwest ku di aliyê derî de hîn zêdetir pêwendiyan baş bikin û ji bo pêwendiyên civakî, siyasî û aborî deriyan zêdetir vekin."

Hat ragihandin ku hevdîtin dûrî çavên kamerayan û girtî berdewam kiriye.

Omer Şêxmûs sala 1942yan li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Ew yek ji kesayetên diyar ên damezrînerên YNKyê ye.

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin